Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) êriş û binpêkirinên li dijî sivîlên Kurd li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir.
Meclisa Jina a PYDê der barê êrişa hêzên hikumet demkî li ser sivîlên Kurd li bajarokên Til Eran û Til Hasilê daxuyanî da. Daxuyanî li navenda PYDê ya li bajarê Qamişlo bi zimanê Erebî ji hêla berdevka Meclisa Jinan a PYDê Hûrî Şemdî û bi zimanê Kurdî ji hêla endama PYDê Sorîn Ekrem ve hat xwendin.
Daxuyaniya Meclisa Jina a PYDê wiha ye: “Di demekê de ku hêvî hebû Sûriye bi gavên cidî ber bi avakirina dadperwerî û wekheviyê ve biçe û di pêşiya wan de jî mafên jinan di destûra nû de werin pejirandin û misoger kirin, hikumeta Şamê hîn jî bi siyasetên xwe yên dûrî pirrengî, hevjiyanî û pejirandina mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê dewam dike. Ev rewş xemgîniyek mezin li ser pêşeroja maf û azadiyan li Sûriyeyê diafirîne.
Em wek Meclisa Jin ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hemû êriş û binpêkirinên ku li dijî sivîlên Kurd tên kirin bi tundî şermezar dikin. Di nav van de êrişên li ser jinan û kal û pîran, her wiha girtina ciwanên Kurd li Til Hasil û Til Eran, tevî lihevkirina li ser vegera penaberan li herêmên xwe yên resen, ne tenê nayên qebûlkirin em dibînin ku ev polîtîka nêzîkatiyeke ku derfetên avakirina baweriyê di navbera Sûriyeyiyan de têk dibe û parçebûnê kûrtir dike û li dijî hemû hewildanên avakirina Sûriyeyeke demokratîk ku li ser serweriya qanûnê û rêzgirtina mafên mirovan ava bibe ye.
Em di heman demê de tekez dikin ku avakirina Sûriyeyeke aram û bi ewlehî tenê bi pejirandina mafên jinan, misogerkirina beşdarbûna wan a bi bandor di hemû qad û saziyên biryardanê de û herwiha bi pejirandina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyeyê pêk tê. Prensîba hevpariya rastîn û hemwelatiya wekhev divê bingeha Sûriya nû be bêyî her cure cudakirin û dûrxistinê.
Li ser vê bingehê em bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên navneteweyî û mirovahî û hemû rêxistinên ku ji bo mafên jinan têdikoşin dikin ku berpirsiyariyên xwe yên exlaqî û qanûnî bi cih bînin li hember van binpêkirinan helwestek cidî bigirin ji bo parastina sivîlan û rawestandina van kiryaran zexta pêwîst bikin û rêzgirtina mafên jinan, mafên gelê Kurd û mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê li gorî peyman û standardên navneteweyî yên mafên mirovan misoger bikin.”













