Bi hezaran welatî beşdarî mitînga “Aştî û Azadiyê” ya li Amedê bûn. Piştî mitîng qediya polîsan êriş bir ser zarok û ciwanan û kirin binçavan.
Rêxistinên DEM Partî û Partiya Herêmên Demorkatîk (DBP) ên Amedê bi dirûşma “Ji bo aştî û azadiyê” li Qada Îstasyonê ya Amedê bi beşdariya hezaran kes mitîng li dar xist.
Zarokan bi erdê re kaşkirin û kirin binçavan
Piştî mitîngê polîsan êrişî zarok, ciwan û dayikan kirin. Ciwan û zarok kirin binçavan. Girseya ku ji qada mitîngê ber bi semta Ofîsê ve dihat bi êrişa polîsan re rû bi rû man. Polîsan bêser û ber zarokê bi navê M. S. Y. ê 16 salî ji nava destê parlamentera DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş û welatiyan derxist û kirin binçavan. Polîsan tundî li M. S. Y. kirin û wî bi erdê re kaşkirin.
Her wiha zarokê bi navê R. S. ê 15 salî jî kirin binçavan. Polîsan binçavkiriyan birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.
Welatî ji ser hişê xwe çûn
Ji ber êrişa polîsan ciwanê bi navê Vedat Ozer ji ser hişê xwe çû û bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê. Her wiha Dayika Nobeta Edaletê Yesûre Tufan jî ji ser hişê xwe çû û piştî mudaxileya welatiyan hat ser hişê xwe.
Welatiyan nerazîbûn û hêrsa xwe nîşanî êrişa polîsan da û gotin ku ew van êrişan qebûl nakin.