Dewleta Tirk bi balafirên şer (SÎHA) gundê Aşmê Iwêna yê Kobanê bombebaran kir. Di encamê de 7 jê zarok 9 kes birîndar kirin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihana ANHAyê ji herêmê ragihandine, balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk (SÎHA) gundê Aşmê Iwêna yê başûrê bajarê Kobanê bombebaran kir. Di bombebaranê de, 7 kes ji wan zarok 9 kes birîndar kirin. Navên birîndaran wiha ne: Îbrahîm Mihemed Hebeş (13), Rodî Mihemed Hebeş (12), Muslim Yasir Hebeş (13), Mihemed Yasir Hebeş (15), Eyşe Cemal Îsmaîl (28), Huda Salih Hemo (20), Îbrahîm Salih Hemo (17), Ebdullah Îsamîl Hemo (3) Ciylan hemo (2).
Kesên birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Kobanê.