Endamên OHDê parêzer Volkan Bîlece û Hebûn Hakan Akkaya li Stenbolê hatin binçavkirin.
Endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Volkan Bîlece û Hebûn Hakan Akkaya di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê daye destpêkirin de hatin binçavkirin. Parêzer Bîlece li Mêrsînê û Akkaya jî li Stenbolê hate binçavkirin. Hat zanîn ku polîsan di dema binçavkirinê de li Akkaya dane û heqaret lê kirin e. Destên Akkaya ji pişt ve hatin kelemçekirin û birin Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê. Tê payin ku parêzeran bibin Amedê. Têkildarî hûrgiliyên lêpirsînê agahî nehatin bidestxistin. Hat diyarkirin ku parêzer wê 24 saetan nikaribin miwekîlên xwe bibînin.