Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) di salvegera 26an a Komploya 15ê Sibatê de belgesela ‘Nêrçîrvanê Heqîqetê’ weşand.
Ragihandina Demokratîk (YRD) di salvegera 26an a Komploya 15ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi navê ‘Nêçîrvanê Heqîqetê’ dokumanterek weşand. Belgesela ku bi kurdî hatî amadekirin, rûyê qirêj ê hêzên komploger ên ku 15ê Sibata 1999an li dijî pêşengê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan komplo pêk anîn, deşîfre dike. Di belgesela 35 deqeyî de dengê rojnamevan Reşad Sorgul hatiye bikaranîn. Bi wêne û dîmenan qonaxên pêşketinê yên Tevgera Azadiya Kurdistanê, nirxandinên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî, sedem û encamên komployê bi hemû hûrgûliyên xwe ve tê nîşandan.
Di belgeselê de balê dikişînin ser fedayiyên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ û fedayiyên ku bi çalakiyên xwe mohra xwe li dîrokê xistine.