Şirnex – Li Bakurê Kurdistanê ji ber zilm û fermanên li ser civaka Êzidî, bi deh hezaran welatiyên Êzidî ji neçarî koçî Ewropayê kirin e. Gundê wan vala man e. Yek ji van gundan jî gundê Kîwex e. Gundê Kîwexê 37 sal berê vala bûye û gund ji mirovan xalî maye. Lê baweriya Êzîdatiyê li gund zindî ye.
Li Kurdistanê yek ji baweriyên dîrokî û qedîm baweriya Êzidatiyê ye. Baweriya Êzidiyan li gorî lêkolînên dîrokî her çiqas dîroka destpêka wê baş neyê zanîn jî tê texmînkirin ku piştî mîladê di sedsala 13-15an de ji aliyê Şêx Adî vê weke bawerî derketiyê holê. Civaka Êzidî hem ji bo nasnameya Kurdîtiyê û hem jî ji ber baweriya xwe gelek caran rastî êrişên dewletên serdest hatin e. Civaka Êzidî ku gelemperî li Kurdistanê, Ermenistan û Gurcistanê bi cih bûn e. Li Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê civaka Êzidî gelek caran rastî zordestî û fermanên dewletên serdest hatin e. Li Bakurê Kurdistanê taybet li bajarên Riha, Mêrdîn, Êlih û Şirnexê gelek gundên Êzidiyan ji ber ferman û komkujiyan vala man e.
Gundê Kîwexê ji mirovan xalî bûye
Yek ji van gundên ku hatine valakirin jî gundê Kîwexê ya ser bi navçeya Hezexê ya Şirnexê ve ye. Gundê Kîwexê ku li ser rêya Hezex û Merdînê dimînê li nêzî quntarê Çiyayê Bagokê ye. Tê texmînkirin ku ev gund 200 sal berê hatiye avakirin. Gundê Kîwexê jî 37 sal berê ji ber zilm û zordariya dewletê ya li ser civaka Êzidî vala bûye û şêniyên gund neçar mane ku koçberî Ewropayê bibin. Beriya valabûna gund bi sedan kes li gund dijiya lê niha gund vala ye. Xaniyên gund bi keviran hatine çêkirin û xwedî mîmariyeke taybet e. Tevî 37 sal in gund vala bûye jî tiştek bi xaniyan nehatiye û hê jî bi awayek saxlem li şûna xwe ne. Şêniyên gundên Êzidiyan ku li Ewropa dijîn bi temamî ji gund qut nebûnê û di demsala biharê de hinek jî ji wan vedigerin tên gundên xwe. Lê di demsala zivistanê de gund vala ye û tu kesek li gund nayê dîtin.
Tê gotin ku wê qereqol li gund bê çêkirin
Şêniyên gundê Kîwexê ku ji ber zilm û zordariyê koçber bûne û piraniya wan li Ewropa dijîn, bi sedema ewlehiyê nikarin vegerin gundê xwe. Her çiqas walitiyê Şirnexê û di çapemeniya Tirk de were gotin ku Êzidî vedigerin gundê xwe jî, bêdengî û nebûna mirovan a li gund nûçe û daxuyaniyên tên dayîn jî diderewîne. Her çiqas walîtiya Şirnexê bêje gund ji turizmê re hatiye vêkirin jî lê tenê kesên xwedî sermaye sûdê ji gund werdigrin. Her wiha tê gotin ku dê li gund qereqol jî bê çêkirin.
Miriyên xwe li gund vêdişêrin
Her çiqas şêniyên gund koçberî Ewropayê bûne jî bi lê di şîn û şahiyên xwe de vedigerin gund û adetên xwe yên civakî û bawerî pêk tînin. Bi taybetî jî li gund Cejna Çarşema Sor tê pîrozkirin. Her wiha li goristana gund jî li ser kêlikên mezelan xuyaye ku miriyên xwe hemûyan tînin li gund vedişêrin.
Baweriya Êzîdatiyê li gund zindî ye
Her wiha li ser goristanê darek bi paçan hatiye xemilandin. Ev dar jî nîşaneya vê yekê ye ku her çiqas gund vala bûbe jî lê baweriya Êzîdatiyê li vir hê jî zindî xuya dike. Her çiqas gund di nava bêdengiyê de be û ji mirovan xalî be jî lê belê motîf, remz û nîşaneyên baweriya Êzîdatiyê xwe nîşan dide û bala mirovan dikişîne ser xwe.