• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Temellî: Zexta herî giran li ser zimanê Kurdî ye

Enqere / AW

20 SIBAT 2025 - 13:54
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî anî ziman ku zexta herî giran li ser zimanê Kurdî ye û got: “Zimanê dayikê maf e, nabe nîqaş li serê bê kirin.”

Serokwekîlê Koma Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û bûyerên di rojevê de ne nirxand.

‘Zextek giran li ser Kurdî ye’

Temellî bi wesîleya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bal kişand ser zimanên ku di bin zextan de ne û anî ziman ku li Tirkiyeyê gelek ziman bi tinebûnê re rû bi rû man e. Temellî wiha got: “Zexta herî giran li ser zimanê Kurdî ye. Ji bilî Kurdî nêzîkatiya dewletê li hemberî zimanê din, kêm jî be erênî ye.”

Temellî diyar kir ku derfetên bikaranîna Kurdî her roj hîn bêhtir têne kêmkirin, şano têne qedexekirin, xizmeta Kurdî ya şaredariyan têne qedexekirin, mafê darizandinê yê Kurdî tê desteserkirin, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê jixwe qet nîn e.

Temellî destnîşan kir ku li Meclisê hîn jî silaveke kurt a bi Kurdî qedexe ye û got: “Li vî welatî 25 milyon mirovên me yên Kurd hene. Bi zimanê xwe yê dayikê silavek jî be, gotinek jî be divê em karibin li ser kursiyê Meclisê bînin ziman, lê mixabin qedexe û asteng dikin. Em qedexekirina vê yekê qebûl nakin.”

‘Meclis çareseriyê peyda nake’

Temellî ku got, “Zimanê dayikê maf e, nabe ku bibe mijara nîqaşê û qedexekirinê” û bal kişand ser rêvebirina Meclisê û da zanîn ku Meclis çareseriyê ji mafên welatiyan re peyda nake.

Etîket: astengîDEM PartîMeclîsqedexeSezaî TemellîzimanZimane Kurdi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

12 HEZÎRAN 2026
Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

12 HEZÎRAN 2026
Wê li Wanê cara ewil ‘Fûara Pirtûkan’ bê lidarxistin

Wê li Wanê cara ewil ‘Fûara Pirtûkan’ bê lidarxistin

11 HEZÎRAN 2026
Li ARÎ-DER û BOTAN-DERê serlêdanên kursên Kurdî dest pê kirin

Li ARÎ-DER û BOTAN-DERê serlêdanên kursên Kurdî dest pê kirin

11 HEZÎRAN 2026
Dikandarek Kurdîhez: Divê zimanê me bibe zimanê bazirganiyê

Dikandarek Kurdîhez: Divê zimanê me bibe zimanê bazirganiyê

11 HEZÎRAN 2026
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît: Divê meclis demildest bikeve dewrê û qanûnên pêwîst çêbike

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît: Divê meclis demildest bikeve dewrê û qanûnên pêwîst çêbike

10 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kercewsê cotkaran dest bi çinîna nîskan kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê Di Sedsala Duyemîn De’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 13ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Axêverên Konferansê: Komarek demokratîk bê Kurdan nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di avakirina komarê de şaşiya herî mezin netew dewlet e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Mihrîcan hevgirtina jinan xurt dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo pêvajoyeke rast divê azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (381)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne