Mêrdîn – Platforma EŞÎKê ku li Mêrdînê li dijî qeyûmê hat tayînkirin meşiyan, anîn ziman ku şaredariyên wekhevîparêz rê li ber modela “serê malbatê” digirin.
Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) li dijî qeyûmê tayînî şaredariya Mêrdînê hat kirin, ji Şelç heta şaredariyê meşiyan. Jinan pankarta “Hûn nikarin li ser jiyana me, mafên me, xeyalên me qeyûman tayîn bikin” vekirin û dirûşma “Jin jiyan azadî” gelek caran berzkirin. Hevşaredara Mêrdînê Devrîm Demîr ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, parlamenter Salîha Aydenîz, Tevgêra Jinen Azad (TJA), siyasetmedar Çaglar Demîrel, Dayikên Aştiyê û gelek jin tevlî meşê bûn. Jin hatin ber şaredariyê û li wir daxuyanî dan çapemeniyê.
Hevşaredara Mêrdînê Devrîm Demîr diyar kir ku hevgirtina jinan hêzeke mezin e û got, “Têkoşîna me ya ji bo nasnameya xwe wê bidome. Zêdeyî mehek derbas nebû, îmhakirina xebatên jinan ji aliyê qeyûm ve dest pê kir. Projeyên me yên ji bo jinan û hemû projeyên me yên 25’ê Mijdarê rawestandin. Her roj jin tên qetilkirin. Em dizanin zîhniyeta yên ku naxwazin jin di nava civakê û şaredariyê de bi dengekî bilind biaxivin ji ku tê. Têkoşîna ku em bi sedsalan li dijî vê zîhniyetê didin meşandin wê bidome. Çawa ku bi salan e me serî netewand, em ê niha jî serî netewînin.
‘Êrîşî jin û Kurdan dikin’
Piştî daxuyaniyê Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz anî ziman ku ev hevgirtin çiqasî hêzê dide wan û wiha axivî: “Weke jinên Mêrdînê pir bi qîmet e ku Platforma EŞÎKê bi me re ye û behsa qeyûman dike. Pergal ji yekitiya jinê ditirse û ji ber vê jî herî zêde tundî û zextan li ser jinan dike. qeyûm darbeyek e û derbeyek li destkeftiyên jinan e. Di hemû rewşan de yekane armanca qeyûman tunekirina destkeftiyên jinan bû. Kayyum di rastiya xwe de derbeyek li azadiya jinê ye û êrîşî jin û Kurdan dikin.”