TJA ku 8ê Adara îsal bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinan serî radikin, ber bi azadiyê ve dimeşin” pêşwazî dike, bernameya xwe ya mitîng û çalakiyan eşkere kir.
Tevgera Jinên Azad (TJA) starta çalakî û xwepêşandanan a 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku îsal bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinan serî radikin, ber bi azadiyê ve dimeşin” pêşwazî dike, da. TJAyê bernameya xwe ya 8ê Adarê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir û got: “Li dijî qirkirina jin û zarokan, li dijî xizaniya jinan û talana ekolojîk em serhildana azadiyê vediguhêzin qadan û reng û gotina jinan civakî dikin.”
TJAyê destnîşan kir ku 8ê Adara îsal banga mezinkirina azadî û berxwedanê ye û ji bo îradeya jinan li her bajar û kolanan nîşan bidin dê li her derê çalakî û xwepêşandanan li dar bixin. Di heman demê de banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê Sibatê de hate ragihandin hat bibîrxistin û wiha hate gotin: “Mezinkirina têkoşîn û hêviyê ya ji her demê bêhtir bicoş û biîdiatir, soza têkoşîna jinan e. Werin em bi hev re tovê jiyaneke birûmet û azad a nû biçînin.”
Di daxuyaniyê de bernameya çalakî û xwepêşdanan wiha hate eşkerekirin:
Mitînga Amedê
Dîrok: 8ê Adarê
Saet: 11.00
Cih: Qada Stasyonê
Mitînga Wanê
Dîrok: 9ê Adarê
Saet: 11.00
Cih: Parka Mûsa Anter
Mitînga Nisêbînê
Dîrok: 8ê Adarê
Saet: 12.00
Cih: Qada Newrozê
Mitînga Êlihê
Dîrok: 8ê Adarê
Saet: 11.00
Cih: Parka 8ê Adarê
Mitînga Silopiya
Dîrok: 7ê Adarê
Saet: 12.00
Cih: Qada Newrozê
Mitînga Dêrsimê
Dîrok: 8ê Adarê
Saet: 12.00
Cih: Qada Seyîd Riza
Mitînga Edeneyê
Dîrok: 8ê Adarê
Saet 14.00
Cih: Qada Stasyonê ya Ugur Mumcu
Mitînga Mêrsînê
Dîrok: 7ê Adarê
Saet: 14.00
Cih: Kêleka Parka Aştiyê
Bajarên ku dê şahî lê bên lidarxistin
Şahiya Bazîdê
Dîrok: 8ê Adarê
Saet: 11.30
Cih: Eywana Dawetan a Prensesê
Şahiya Îdirê
Dîrok: 8ê Adarê
Saet: 12.00
Cih: Avahiya DEM Partiyê ya Bajar
Şahiya Tetwanê
Dîrok: 9ê Adarê
Saet: 13.00
Cih: Eywana Aşiyan
Şahiya Dîgorê
Dîrok: 3ê Adarê
Saet: 12.00
Cih: Avahiya DEM Partiyê ya Navçeyê
Şahiya Qersê
Dîrok: 8ê Adarê
Saet:10.00
Cih: Eywana Dawetan a Anatoryumê
Şahiya Colemêrgê
Dîrok: 8ê Adarê
Saet: 11.00
Cih: Eywana Dawetan a Sefayê
Şahiya Xelfetiyê
Dîrok: 5ê Adarê
Saet:11.00
Cih: Qada Parkê ya 4ê Nîsanê
Şahiya Curnê Reş
Dîrok: 7ê Adarê
Saet: 12.00
Cih: Kêleka Mala Bêhnvedanê ya Jinan
Şahiya Sêrtê
Dîrok: 8ê Adarê
Saet: 13.00
Cih: Pêşiya Avahiya DEM Partiyê ya Bajar
Şahiyên Mûşê
Dîrok: 8ê Adarê
Saet: 11.00
Cih: Parka Goletliyê
Şahiya Gimgimê
Dîrok: 6ê Adarê
Saet: 19.00
Şahiya Qereyazi ya Erziromê
Dîrok:7ê Adarê
Saet: 13.00
Cih: Eywana Dawetan a Temayê
Şahiya Geverê
Dîrok: 7ê Adarê
Saet: 11.00
Cih: Eywana Dawetan a Tekçeyê
Civîn û meşên jinan (tevî platforman)
Şahiya Stenbolê
Dîrok: 8ê Adarê
Saet: 13.00
Cih: Qada Îskeleyê ya Kadıikoyê
Şahiya Îzmîrê
Dîrok: 8ê Adarê
Saet: 15.30
Cih: Pêşiya Parka Sumerê ya Berê (Konak ÎZSU)
Şahiya Enqereyê
Dîrok: 8ê Adarê
Saet:15.00
Cih: Kolej Metro
Şahiya Rihayê
Dîrok: 8ê Adarê
Saet: 13.00
Cih: Nova AVM
Şahiya Semsûrê
Dîrok: 8ê Adarê
Saet: 12.00
Cih: Parka Koşuyê