• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Îranê 3 caran sînorê Pênciwênê bombebaran kir

    Îranê 3 caran sînorê Pênciwênê bombebaran kir

    100 girtî li Hesekê hatin pêşwazîkirin

    100 girtî li Hesekê hatin pêşwazîkirin

    Îsraîlê binesaziya leşkerî ya li Îlamê rûxand

    Îsraîlê binesaziya leşkerî ya li Îlamê rûxand

    Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

    HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Îranê 3 caran sînorê Pênciwênê bombebaran kir

    Îranê 3 caran sînorê Pênciwênê bombebaran kir

    100 girtî li Hesekê hatin pêşwazîkirin

    100 girtî li Hesekê hatin pêşwazîkirin

    Îsraîlê binesaziya leşkerî ya li Îlamê rûxand

    Îsraîlê binesaziya leşkerî ya li Îlamê rûxand

    Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

    HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KCDK-E, TJK-E: Dema azadiya Abdullah Ocalan e

Navenda Nûçeyan /AW

5 ADAR 2025 - 15:22
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
KCDK-E û TJK-Eyê bi civîneke çapemeniyê ya li Brukselê xwedî li banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd derketin û destnîşan kirin ku dem dema pêkhatina aştiyê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) û Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) têkildarî banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27ê Sibatê de kir, li paytexta Belçîka Brukselê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku di 27 ê Sibatê de, bi navê ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hat kirin, di nava bi milyonan Kurdên ku li Ewropayê de kêfxweşî û kelecanek mezin afirand.

Birêz Ocalan beriya ku biryara îlankirina banga Civaka Demokratîk û Aştiyê ya di 27 ê Sibatê de bike, ji me, KCDK-E yê re nameyek şandibû û di der heqê pêşniyaran de nêrînên me girtibûn. Weke KCDK-E û TJK -E yê, ji bo nêzîkatiya vê demokratîkbûn û şamîlbûniyê em spasdariyên xwe radighînin.

Ji ber vê sedemê, di sepandina manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de ya ku di 27 ê Sibatê de hate îlankirin, em xwe berpirsiyar dibînin û ji bo ku demokrasî û aştî bê misogerkirin, bi hemû hêza xwe, weke rêxistinên Civaka Kurd ên li Ewropayê, em beyan dikin ku em ê têkoşînê hê jî bilidtir bikin.

Weke tevgera jinên Kurd ên li Ewropayê, di avakirina demokrasî û aştiyê de, em dizanin ku em, hêza herî diyarker û dehfdêr in.

Em dizanin ku di vê mijarê de, di pêvajoya nû de, hêza sereke ya demokrasî û aştiyê, wê jin be û li gorî vê yekê, em eşkere dikin ku ji bo pêkanîna aştiyê, bi hemû hêza xwe, bi jinên hemû kultûran re, em ê seferber bin. Em, ne yekane qurbaniyên şer û pevçûnan in, 30 sal e, me destnîşan kir ku li Kurdistanê em alternatîfa çareseriyê ne. Bi azadiya jinê, di têkoşîna xwe ya Apoyî ya 50 salên dawî de, di civakê de, di siyasetê de me demokrasî hûnand. Îro jî, em ê bi xwişkên xwe yên ji gelên din bi hev re, vê yekê berfireh bikin û em ê li wan welatan jî avakirina demokrasî û aştiyê ji xwe re bikin hedef.

Qet guman nîne ku ev banga birêz Ocalan, aştiya Tirk û Kurdan, rasterast demokratîzekirina Tirkiyê pêşbîn dike. Bê guman tenê Tirkiyeke demokratîk wê bi herkesî bide qezenckirin. Jixwe di vê pêngava ku birêz Ocalan avêtî de destketiyên her kesî hene. Lê belê, berpirsiyarî û rîska herî mezin dîsa girtiye ser xwe.

Em biryara agirbesta yekalî ya 9’emîn a ku Partiya Karkerên Kurdistan (PKK, ji sala 1993’an vir ve îlan kirî) jî weke berpirsiyariyek pir mezin ku girtiye ser xwe dibînin.

Lê çiqas ku serketina vê pêvajoyê, di serî de Kurdan û Tirkiyê eleqeder bike jî bi taybetî Yekitiya Ewropayê rasterast eleqeder dike. Lewma di Civîna Bilind a Yekîtiya Ewropayê (YE) ya 1999’an a li Helsînkiyê de, birêz Ocalan û PKK ê hêvî kiribûn ku bi alîkariya YE’yê wê demokratîk bibe, piştgirî dabûn namzetbûna Tirkiyeyê. Ji ber ku ji destpêka danûstandinên endamtiya YE’yê û vir ve, Tirkiyeyê şert û mercên Kopenhagenê bi cîh neanîn, bi mebesta ku tim hate rexnekirin jî êdî keyseke dîrokî, ku rê li ber geşedanên nû û erênî veke heye. Her wiha di vê pêvajoyê de, YE jî wê piştgiriyê bide banga birêz Ocalan da ku di têkiliyên di navbera Tirkiyê û YE’yê de encamek erênî bi derkeve holê. Her wiha Elmanya, Fransa û hwd. welatên YE’yê bersivên erênî dan banga birêz Ocalan. Ji ber vê yekê bangawaziya me li YE’yê ye ku nêzîkatiyên demokratîk bi pêş bixe, bi lez qedexeyên li ser PKK’ê rake û dawiyê li polîtîkayên xwe yê krîmînalîzekirina Kurdan bîne.

Di vê çarçoveyê de, em qîmetê didin nirxandinên erînê yên desthilatdariya federal a Elmanya, Brîtanya, Neteweyên Yekbûyî, dewletên Yekbûyî yên Emerîka û yên din. Dîsa em li vê derê diyar dikin ku palpiştî û piştevaniya rêxistinên medenî yên civakî û partiyên çepgir û pêşverû yên Ewropayê hêz dane me. Em dibêjin êdî bi van dostên me re jî, ji bo aştiyê dema hevkariyê ye.

Vê carê êdî ne li hember şer, divê ji bo aştiyê em bimeşin. Ji xwe pêvajoya kampanya ‘Ji Abdulah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ ya ku dostên me di 10’ê Cotmeha 2023’yan de îlan kirin, bû alîkariyên giranbuha. Niha jî, ji bo pêkhatina aştiyê, bi dostên xwe re, dema misogerkirina azadiya Abdulah Ocalan e.

Ji bo azadiya birêz Ocalan ê ku di pêkanîna aştiyê de, ji bo aştiyê hemû bar û berpirsiyarî hilda ser xwe, ji bo ku mafê hêviyê yê ku dewletên endamê YE, Komîteya Wezîrên Konseya Ewropa ku di 16 Îlona 2024’an de biryar girtibûn pêk were, em daxwaz dikin ku bi gavên teşwîqê piştgiriyê bidin hikûmeta Tirkiyeyê.”

Etîket: KCDK-ETJK-E
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Dê têkoşîna me ya ji Ocalan re azadî, ji Rojava re statu berdewam bike’

‘Dê têkoşîna me ya ji Ocalan re azadî, ji Rojava re statu berdewam bike’

18 SIBAT 2026
TJK-E û KCDK-E: Em têkoşîna ‘ji Rojava re statu’ mezin bikin

TJK-E û KCDK-E: Em têkoşîna ‘ji Rojava re statu’ mezin bikin

25 ÇILE 2026
‘Divê Almanya dawî li polîtîkayên krîmînalîzekirina kurdan bîne’

‘Divê Almanya dawî li polîtîkayên krîmînalîzekirina kurdan bîne’

20 GULAN 2025
TJK-E: Werîn em roja xwe ronî bikin

TJK-E: Werîn em roja xwe ronî bikin

13 SIBAT 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê ji bo Newrozê amadekariya cil û bergên neteweyî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saritaş: Divê dewlet hişmendiya xwe biguherîne û tavilê gavên şênber biavêje

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Kurd wê li ku çi bikin bi xwe dizanin, aqil nedin Kurdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlehiyê: Komek ji dîlgirtiyan êvarê digihe Hesekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çapemeniya Îranê kuştina Darbîan piştrast kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (403)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne