• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

    Ji sedî 43 kes baş bi zimanê zikmakî diaxivin

    Ji sedî 43 kes baş bi zimanê zikmakî diaxivin

    Goreke din a komî li Mûsilê dîtin

    Goreke din a komî li Mûsilê dîtin

    Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

    Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

    Ambargoya li ser Mexmûrê didome

    Ambargoya li ser Mexmûrê didome

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

    Ji sedî 43 kes baş bi zimanê zikmakî diaxivin

    Ji sedî 43 kes baş bi zimanê zikmakî diaxivin

    Goreke din a komî li Mûsilê dîtin

    Goreke din a komî li Mûsilê dîtin

    Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

    Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

    Ambargoya li ser Mexmûrê didome

    Ambargoya li ser Mexmûrê didome

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

35 partî û rêxistinên siyasî: Yekane çare li Sûriyeyê diyaloga Sûrî-Sûrî ye

8 ADAR 2025 - 20:36
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
35 partî û rêxistinên siyasî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di daxuyaniyekê de diyar kirin ku çareya yekane ya derketina ji krîza heyî ya li Sûriyeyê di pêkanîna diyaloga Sûrî-Sûrî de ye ku hêviyên gelê Sûriyeyê pêk bên.

Der barê rageşiya vê dawiyê li perava Sûriyeyê 35 partî û rêxistinên siyasî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyek dan.

Daxuyaniya 35 partî û rêxistinên siyasî bi vî rengî ye:

“Ji ber zêdebûna tundî û tehrîdkirina mezhebî li Sûriyeyê û berdewama êşên sivîlan a ji ber êrişên leşkerî û zêdebûna rageşiyan, bi taybet şerê li perava Sûriyeyê û qetilkirina sivîlan, em qetilkirina sivîlan û qetilkirina li ser nasnameyê şermezar dikin. Em li ser helwesta xwe ne ku pêwîst e demildest tevahî kiryarên tehrîdkirin, tundî û qetilkirinê li ser xaka Sûriyeyê rawestin, qatil bi rêyên qanûnî û zelal hesab bidin û sînor ji êşên gelê Sûriyeyî re were dayîn.

Çareya yekane ya derketina ji vê krîza heyî di xwedîderketina li diyaloga Sûrî-Sûrî ye ku rêveçûna bingehîn a gihandina li çareseriyên mayînde ye û bi wê re hêviyên tevahî Sûriyeyiyan pêk tên. Em diyar dikin ku çareseriya siyasî û aştiyane bijardeya yekane ya misogerkirina siberoja Sûriyeyê dûrî aloziyan e.

Pêdiviya avakirina Sûriyeya siberojê bi hevparebûna di navbera tevahî pêkhateyan de heye ku edalet, rûmet û wekhevî pêk bê û tu aliyek neyê paşguhkirin û bidûrxistin. Em hewlên ferzkirina çareseriyên yekalî red dikin û bang li hikumeta Şamê dikin ku divê tevahî hêzên niştîmanî di xêzkirina nîşaneyên siberojê de beşdar bibin.

Her wiha em bang dikin ku sazûmaniyeke edaleta veguhêz li gorî mîsaqên Neteweyên Yekbûyî were avakirin, lêpirsîneke dozgerî ya zelal û serbixwe ji bo tevahî kiryarên qetilkirin û komkujiyên li dijî sivîlan were vekirin, berpirsên van binpêkirinan hesab bidin. Ji ber ku nehesabkirina sûcdaran wê bi xwe re alozî û bêîstîqrariyeke zêde bîne.

Em diyar dikin ku bêyî pêkanîna bingehên aştî, edalet û hemwelatîbûna wekhev, dûrî tundî û bidûrxistinê, siberoja Sûriyeyê pêk nayê. Ji lew re, em bang li tevahî aliyan dikin ku xwe bispêrin zimanê hişmendî û diyalogê û ji bo dawîlêanîna êşên Sûriyeyiyan bi awayekî hevpar bixebitin û aştiyeke mayînde ku layîqê fedekarî û hêviyên welatiyan be, pêk bînin.

Daxuyanî ji aliyê van partiyan ve hatiye dayîn:

1-Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)

2-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

3-Partiya Kesk a Demokrat

4-Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê

5-Partiya Lîberal a Kurdistanê

6-Partiya Komunîst a Kurdistanê

7-Partî Demuqratî Kurdistanî-Sûrî

8-Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê

9-Partiya Çep a Kurd li Sûriyê

10-Partiya Sûriyeya Pêşerojê

11-Partiya Guhertina Demoqrat a Kurdistanê

12-Tevgera Nûjen a Kurdistanê

13-Yekîtiya Karkerên Kurdistanê (YKK)

14-Heya El Weteniya El Erebiye (Desteya Nîştimanî ya Erebî)

15-Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriye

16-Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê

17-Tevgera Çaksazîyê-Sûriya

18-Partiya Asûrî ya Demokratîk

19-Partiya Roj a Demokratîk li Sûriye

20-Partiya Biratî ya Kurdistanê (PBK)

21-Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)

22-Kongra Star

23-Partiya Muhafezekaran

24-Partiya Têkoşîna Demokrat

25-Tevgera Pêşeroja Kurdistanê

26-Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê

27-Heyet El Tensîq El Weteniye-Tevgera Guhertin a Demokratîk

28-Partiya Yekitiya Suryanî

29-Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî

30-Partiya Demuqrat a Kurd li Sûrî (Partî)

31-Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Yekitî)

32-Partiya Çep a Şoreşgerî li Sûriye

33-Partiya Suryaya

34-Partiya El Weten El Sûrî

35-Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê.”

Etîket: Bakur û Rojhilatê SûriyeyêSûriye
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Mazlûm Ebdî: Entegrasyon bi zorê nabe

Mazlûm Ebdî: Entegrasyon bi zorê nabe

4 TEBAX 2025
MSDê xwest hemû pêkhate di Sûriyeya nû de cih bigirin

MSDê xwest hemû pêkhate di Sûriyeya nû de cih bigirin

30 TÎRMEH 2025
Amerîka, Fransa û Sûriyeyê daxuyaniyeke hevbeş dan

Amerîka, Fransa û Sûriyeyê daxuyaniyeke hevbeş dan

25 TÎRMEH 2025
Şoreşa 19ê Tirmehê: Bû azadiya zimanê Kurdî

Şoreşa 19ê Tirmehê: Bû azadiya zimanê Kurdî

19 TÎRMEH 2025
Şoreşa 19ê Tirmehê: Tovên jiyana nû ya wekheviya gelan

Şoreşa 19ê Tirmehê: Tovên jiyana nû ya wekheviya gelan

18 TÎRMEH 2025
Hikûmeta Şamê binpêkirinên mafan li dijî gelê Siwêdayê qebûl kir

Hikûmeta Şamê binpêkirinên mafan li dijî gelê Siwêdayê qebûl kir

17 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (251)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • Derbarê Me De
  • Hemû Nûçe
  • Home 1

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne