Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî têkildarî lihevkirina di navbera HSDê û HTŞê de got: “Em bi vê peymana ku mafên gelê me yê Rojava diparêze bi hêvî ne.”
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî bi peyamekê piştgirî da lihevkirina di navbera Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî û serokê demkî yê Suriyeyê Ehmed Şera de. Talebanî got; “Em bi vê pêngava ku mafên gelê me yê Rojava diparêze, bihêvîne.”
Duh Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şera li hev civiyan.
Di navbera Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera de peymanek li ser garantîkirina hemû mafê destûrî yên Kurdan, saziyên leşkerî û sivîl bi rêveberiya giştî re bibin yek û gelek mijarên din îmze kirine.
Serokê Yekîtiya Nîştiman a Kurdistanê Bafil Talebanî bi peyamekê piştgiriya xwe ji bo fermandarê HSD Mazlum Ebdî nîşan da.
Peyama Talebanî wiha ye:
“Ez bi germî pêşwaziya lihevkirina di navbera birêz Mazlûm Abdî û birêz Ehmed Şara de dikim, ev gaveke girîng û erênî ye ji bo xurtkirina jiyana hevbeş û xebata hevbeş di Sûriyeya nû de. Ev rêgezek raste ku dê aramiya siyasî û ewlehiyê bi xwe re bîne û me ji destpêkê ve daxwaz kir û ji bo wê kar kir.
Em hêvîdarin ku ev pêngava ku mafê gelê me yê Rojava û hemû civakan diparêze, bibe destpêkek nû ji bo avakirina welatekî demokratîk û dostê gelan ku destûra bingehîn bingeha xebat û hevkariyê ye.
Weke her car ez piştgiriyê didim xebatên birayê xwe Mazlûm Ebdî yên ji bo aştî û aramiya herêmê.”