Çalakgerên Meksîkayî yên li Ciapasê ji bo berdana şoreşgerê girtî Juan Diaz Montejo kamp li dar dixin, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadî xwestin.
Koordînatoriya Piştevaniya Navneteweyî li eyaleta Chiapas a Meksikayê ji bo berdana şoreşgerê girtî Juan Diaz Montejo 53 roj in çalakiya kampê li dar dixin. Çalakiya ku ji 18ê Kanûna 2024an ve li pêşiya hikûmeta Tuxtla Gutiérrezê dewam dike, li dijî tundiya milîtarizasyon û paramîlter a li Chiapasê zêde dibe ye. Xwepêşander di roja 53emîn a çalakiya xwe de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.