Ciwanan li Kelha Karîs û Çele Xerê ya navçeya Qilebanê bi fîşekên hawayî Newroz pîroz kirin û agir geş kirin.
Kurdan îsal zû dest bi pîrozbahiya Newrozê kir. Saziyên kurdan îsal bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” li Fîsê agirê Newrozê geş kirin û agirê Newrozê li her derê belav dikin. Gelê Kurd îsal bi peyam û bangeke nû ketin cejna Newrozê. Kurd li ser banga Rêberê Gelê Kurd a “Aştî û Civaka Demokratîk” bi ruh û coşek mezin Newrozê pîroz dikin. Kurd dê li 89 navendan bi dirûşmeya “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” agirê Newrozê geş dikin.
Bi vê munasebetê ciwanên navçeya Qilebanê ya Şirnexê li Kelha Karîs û Çelê Xerê ya navçeya Qileban a Şirnexê jî Newroz pîroz kirin. Li Kelha Karîs û taxa Çele Xerê welatiyan fîşekên hewayî teqandin û piştre jî agir pêxistin. Fîşekên hewayî dimenên rengîn derxistin holê û welatiyên navçeya Qilebanê jî li malen xwe temaşe kirin.