• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    11 malbatên DAIŞî dîsa vegerandin kampa Roj

    11 malbatên DAIŞî dîsa vegerandin kampa Roj

    Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê dê bi CHP û EMEPê re bê cem hev

    Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

    ‘Çiyayê Şengalê ji bo me xeta sor e’

    ‘Çiyayê Şengalê ji bo me xeta sor e’

    Li Ranye semînera ‘Roja Zimanê Dayikê’ hat lidarxistin

    Li Ranye semînera ‘Roja Zimanê Dayikê’ hat lidarxistin

    Li Reqayê şerê aşîrên Ereb û Hikûmeta Demkî gur dibe 

    Li Reqayê şerê aşîrên Ereb û Hikûmeta Demkî gur dibe 

    Şandeya Neteweyên Yekbûyî li Kobaniyê ye 

    Şandeya Neteweyên Yekbûyî li Kobaniyê ye 

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

HSD: Dewleta Tirk li Kobanê komkujî pêk anî

Navenda Nûçeyan / AW

17 ADAR 2025 - 12:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
HSDê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirk li Kobanê komkujiyek din pêk aniye û di komkujiyê 9 ferdên malbatekê hatine kuştin. HSDê got: “Dewleta tirk a ku nikare li dijî hêzên me li pêş bikeve, sivîlan dikuje.”

Êrişên dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter SMOyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî şer û pevçûnên di nava 24 saetên dawî de qewimîn daxuyanî da.

‘Li Berxbotanê komkujî hat kirin’

Daxuyaniya HSDê bi vî rengî ye:

“Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku nikarin li eniyên şer li hemberî hêzên me pêşketinan pêk bînin, her timî ji bo rakirina tola binkeftina xwe ya li meydanî, êrişî gund û bajaran û sivîlan dike. Di vê çarçoveyê de dewleta Tirk a dagirker duh bi şev herêma navbera gundên Qumç û Berxbotanê yên başûrê Kobanê de bombebaran kir û komkujiyeke mezin li dijî malbatekê pêk anî. Di encama vê komkujiyê de di nav de 7 zarok û bi tevî dayik û bavê xwe ve 9 kes ji heman malbatê şehîd bûn û 2 kes jî birîndar bûn.”

Bendava Tişrînê

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên giran li derdora bendavê û gundewrê wê dewam kirin. Li dijî cihên karkeran ên girêdayî bendavê jî êriş pêk anîn. Şeva Şemiyê/Yekşemê heya saetên derengiya rojê tevahiya gundewarê bendavê bi obusan topbaran kirin. Di encamê de zerarên mezin li gund û malên sivîlan bûn.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Xeseq û girê Sêvê yên derdora bendavê bombebaran kirin. Gundê Bîr Hiso û girê Sêvê jî bi balafirên bê mirov ên bi çek hatin hedefkirin. Her wiha derdora pirê û gundewarê wê, gundên Tîna, Cada, Bîro Hiso, Xeseq, Dîkan, Melha, Sinaa û xaçerêya Sirînê bi zêdetirî 80 guleyên obus, tank, roket û hewanan hatin topbarankirin. Ji ber êrişên hewayî û bejahî zerarên mezin gihîştin mal û milkên şêniyan.”

Etîket: dewleta TirkHSDKobanêKomkujî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Reqayê şerê aşîrên Ereb û Hikûmeta Demkî gur dibe 

Li Reqayê şerê aşîrên Ereb û Hikûmeta Demkî gur dibe 

16 SIBAT 2026
Mazlûm Ebdî: Divê Tirkiye girêdayî daxuyaniyên xwe be

Mazlûm Ebdî xwest rayedarên Sûriyê biçin Îmraliyê 

16 SIBAT 2026
Mazlûm Ebdî: Divê Tirkiye girêdayî daxuyaniyên xwe be

Mazlûm Ebdî: Divê Tirkiye girêdayî daxuyaniyên xwe be

16 SIBAT 2026
Li Sûriyê hikûmeta nû tê avakirin: Hemû pêkhate dê cih bigirin

Li Sûriyê hikûmeta nû tê avakirin: Hemû pêkhate dê cih bigirin

15 SIBAT 2026
Cîhadîstên paşverû li Nîjeryayê ji sê gundan 46 sivîl kuştin

Cîhadîstên paşverû li Nîjeryayê ji sê gundan 46 sivîl kuştin

15 SIBAT 2026
Zelîxa Qido bi hêviya vegera Serêkaniyê dijî

Zelîxa Qido bi hêviya vegera Serêkaniyê dijî

14 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Bakur û Tirkiyê 15ê Sibatê tê şermezarkirin: Bi deh hezaran kesî azadiya Ocalan xwest HATE NÛKIRIN

    Li Bakur û Tirkiyê 15ê Sibatê tê şermezarkirin: Bi deh hezaran kesî azadiya Ocalan xwest HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sempozyoma Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî: Armanc rojevkirina mafê ziman e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Reqayê şerê aşîrên Ereb û Hikûmeta Demkî gur dibe 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan girîngiya ‘Yekîtiyê’ tim dubare dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Sûriyê hikûmeta nû tê avakirin: Hemû pêkhate dê cih bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevdîtinên şandeya Rojava di çapemeniya cîhanê de cihek berfireh girt

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Talîban: Amerîka êrişî Îranê bike em ê piştgiriya Îranê bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş paradîgmaya Ocalan û êrişên li ser Rojava nirxand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Etîketên Kurdî li bazara taxê hatin belavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (616)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne