Li Colemêrgê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” Newroz hat pîrozkirin. Hevserokê KCDê Bedran Ozturk bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Heke îro li Îmraliyê hevdîtin bên kirin xêra tekoşîna Birêz Ocalan û we ye.”
Li Colemêrgê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” Newroz hat pîrozkirin. Bi hezaran gel li Qada Otogarê ya Tekserê kom bûn û bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin. Qada Newrozê bi alayên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) û alayên kesk, sor û zer hatin xemilandin. Welatî bi cil û bergên kurdî qada Newrozê tije kirin û govend gerandin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Bedran Ozturk, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, parlementerên DEM Partiyê yên Colemêrgê Oznur Bartin û Onûr Duşunmez, nûnerên saziyên sivîl û bi hezaran kes tev li şahiya Newrozê bûn.
‘Divê em bi çar milan ve xwedî li bangê derbikevin’
Ewilî Hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan axivî û bal kişand ser zextên dewletê û şerê taybet ê li ser Colemêrgê tê meşandin. Abdullah Zeydan, diyar kir ku tevî van yekan jî gelê Colemêrgê gav paşve neavêt û got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bangeke dîrokî kir. Ev bang banga aştiyê ye û divê em bi çar milan xwedî vê bangê derbikevin.”
Dû re Endama MYKê ya DEM Partiyê Ozlem Gunduz axivî û diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan.
‘Îro cîhan Kurdan nas dike’
Hevserokê KCDê Bedran Ozturk jî bagna xwedî derketina peyama Abdullah Ocalan kir û wiha got: “Heke îro li Îmraliyê hevdîtin bên kirin xêra tekoşîna Birêz Ocalan û we ye. Kurd kirin 4 parçe, lê Kurdan dest ji parastina nirxên xwe berneda. Tevî hemû bedelan jî serî netewandin û têkoşîna xwe mezin kirin. Gelek gel winda bûne, lê Kurd hîn li vir in. 100 sal in em behsa aştiya bi rûmet û wekheviyê dikin. Salên berê dayikên me li kolanan nedikarîn bi Kurdî biaxivin, lê îro cîhan Kurdan nas dike. Ev serkeftin serkeftina gelê Kurd e. Ez helwesta gelê me pîroz dikim.”
Piştî axaftinan Bedran Ozturk, Abdullah Zeydan, Oznur Bartin, Onur Duşunmez û dayik Sidiqa Kaya û Fatma Tûran ku zarokên xwe di nava tekoşîna azadiyê de winda kirine agirê Newrozê pêxistin.
Herî dawî hunermend Azad Bedran û Rûgeş Bazî derketin ser dikê û qad bi coş xistin. Dengê Rûgeş Bazî ku strana Garê û Apo got, olan li Geliyê Zê û Çiyayê Simbil veda. Gava qad vala bû, ciwan ber bi suka Colemêrgê ve meşiyan “bijî serok apo”, “bê serok jiyan nabe” û “bijî newroz” berz kirin.