Bi deh hezaran kes beşdarî Newroza Antalyayê bûn. Gel di Newroza Antalyayê de bê navber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana Îmralî” û “Bijî Serok Apo” berz kir.
Pîrozbahiya Newrozê ya ku li Qada Bajêr a navçeya Kepez a Antalyayê hate lidarxistin bi axaftinan berdewam kir. Di pîrozbahiyê de tevlîbûna zêde ya ciwanan bal kişand. Gel liqadê bênavber dirûşmeyên; ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ berzkirin.
Di pîrozbahiya ku piştî deqeyek rêzgirtinê destpê kir de Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Antalya Selamî Ozyaşar axivî û wiha got: “Me gelek êş, zilm û zordarî dît. Em dixwazin êdî li welatekî demokratîk bijîn. Em perwerdeya bi zimanê xwe yê dayikê dixwazin. Êdî bes e ji polîtîkayên şer, pevçûn, înkar, zext, zilm, binçavkirin û tayînkirina qeyûman re. Pêvajoyeke nû heye. Niha dema aştî û biratiyê ye.” Selamî Ozyaşar diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rê li ber aştiyê vekiriye û di vê navberê de girseyê dirûşma; ‘Bijî Serok Apo’ berz kir.
Piştre Koma Zarokên Aryen derketin ser dikê û stranên xwe gotin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Antalyayê Evîn Akdogan piştî konserê axivî û wiha got: “Paradîgmaya Birêz Ocalan li hemû erdnîgariyan bûye manîfestoya bindestan. Çakûçê Kawayê Hesinkar û pênûsa birêz Ocalan jî heman tiştî dibêjin. Bijî berxwedana gelê Kurd.”
Wekîla DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû diyar kir ku agirê Newrozê 100 sal in ji bo azadî û aştiyê tê vêxistin û wiha got: “Di sala 2025an de birêz Abdullah Ocalan ji Îmraliyê bangek kir. Em jî li vê qadê bang dikin, ji bo afirandina civakeke demokratîk em ê têbikoşin.”
Pîrozbahiya Newrozê bi axaftinan û muzîkê dewam kir. Gel li ber stranan heta dawî govend gerand.