Kurd ji 2004an ve her sal 4ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevî hemû astengiyan bi girseyî û bi coş pîroz dike. Îsal jî tê plankirin ku nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk bi girseyî biçin Amarayê û 4ê Nîsanê pîroz bikin.
Rêwîtiya Rojê 21 sal in bê navber didome. Her sal bi hezaran kurd berê xwe didin Gundê Amarayê û dest bi rêwîtiya Rojê dikin. Gelê Kurd rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî rojbûna xwe dibînin. Ji 2004an heta niha her sal 4ê Nîsanê salvegera rojbûna Abdullah Ocalan bi çalakî, meş, çandina daran û gelek bernameyên cuda pîroz dikin. Bi hezaran welatî ji sala 2004an heta 2017an ji bo biçin Amara û rojbûna Abdullah Ocalan pîroz bikin tevî hemû astengiyan meşên girseyî li dar xistin. Bi hezaran kes li gel nûnerên saziyan ji bo 4ê Nîsanê pîroz bikin bi dirûşma “Azadiya Rojê” berê xwe dan gundê Amara û dest bi “Rêwîtiya Rojê” kirin. Piştî darbeya 15ê tîrmeha 2016an û şûnde desthilata AKPê OHAL hincet nîşan da û ji 2017an û vir ve 8 sal in astengiyan derdixin û ketina gund qedexe dikin. Lê her çend ketin û derketina Amarayê qedexe bikin û herêma qedexe îlan bikin jî dîsa Kurd xwe digihînin Amarayê û li Amara Rojbûna Ocalan pîroz dikin. Her çend leşker bi fermana Waliyê Rihayê astengiyan derxînin jî dîsa gel astengiyan nas neke û xwe diçin Amarayê. Îsal bi milyonan Kurd û Kurdistaniyên ku beşdarî Newrozên bi heybet bûn, xwe amade dikin ku biçin Amara û dest bi Rêwîtiya Rojê bikin.
Sala 2024an bi taybetî piştî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku di 10ê Cotmeha 2023an de li sedan welatan dest pê kir û li Ewropa û Bakurê Kurdistanê “Meşa Azadiyê” pêk hatin, kelecana gel zêdetir bû. Îsal jî piştî peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên 27ê Sibatê û 8ê Adarê tevlêbûna 8ê Adarê û Newrozê zêde zêdetir kir. Girseya ku tev li pîrozbahiyên 8ê Adarê û Newrozê bû, bêtir girêdana xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re anî ziman. Ev tevlêbûna gel a 8ê Adarê û Newrozê nîşan dide ku dê îsal Meşa Amara jî bi coş û girseyî derbas bibe. Ji niha de amadekariyên 4ê Nîsanê dest pê kiriye.
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê bi minasebeta 76emîn salvegera Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dê bi dirûşma “Em bi Civaka Demokratîk Ber Bi Azadiyê ve Dimeşin” di navbera 1 û 4ê Nîsanê de ji Amedê ber bi gundê Amarayê yê Xelfetî ya Rihayê ve bimeşin.
Kurd tevî hemû astengiyan 21 sal in berê wan li Amara ye
Di 4ê Nîsana 2004an de yekemîn “Rêwîtiya Rojê” di pêşengiya TUHAD-FEDê de pêk hat. Bi hezaran kurd ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiye li Bêrecûkê kom bûn û berê xwe dan Xalfetiyê. Di 4ê Nîsana 2005an de dîsa meşiyan Amarayê. Lê leşkeran meş asteng kir û destûr neda meşê. Di salên 2006an de gel dîsa li heman nokteyê rastî astengiyan hatin û vê carê qaranfîl avêtin Çemê Firatê û 4ê Nîsanê pîroz kirin.
Di sala 2007an de li ser riya diçe Amarayê, leşker û polîsan bend ava kirin û rê girtin. Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, wê demê gotibû “Li nava gund an jî derveyî gund aloziyek nîn e. Em li benda bi hezaran kesan in ku bêne gund.” Lê leşkerên girêdayî Fermandariya Tugaya Amed û Rihayê barîkat li dora gund danîbûn û li Bîrecîkê jî tedbîrên ewlehiyê girtibûn. Leşkeran destûr nedan ku girse biçe Amarayê.
Di 4ê Nîsana 2008an de jî bi bajaran welatiyan berê xwe dabûn Amarayê. Ji Navçeya Sîlopiya Şirnexê 2 otobus ji bo ‘Meşa Amarayê’ bi rê ketibûn. Lê polîsan bi hinceta ku ‘deynên wan hene’ otobus girêdan û destûr nedabû rêwîtiya welatiyan. Leşkeran di navbera Riha û Wêranşarê de nokteyên kontrolê avakirin û welatî di lêgerîneke berfireh re derbas kiribûn. 3 wesayîtên ku bi heman armancê bi pêşengiyan TUHAD-FEDê ve, ji Stenbolê derketibûn rê, li derketina Gebzeyê ji aliyê cendirmeyan ve hatibûn rawestandin. Li vir otobusa bi plaqeya 06 PE 686 bi hinceta ku belgeyên wê yên trafîkê kêm in û tê de torbeyên cesedan nîn in, hatibû girêdan û 5 hezar YTL cezayê pereyan lê hatibû birîn. Polîsan welatî Şaîse Karabaş a 60 salî jî, binçav kiribûn û piştre serbest berdabûn. Bi dehan wesayîtên ku ji bo tevlî ‘Meşa Amarayê’ bibin ji Amedê derketibûn rê, ji aliyê leşkerên girêdayî Qereqola Cendirmeyan a Pîrînçlîkê ve, li noqteya kontrolê hatibûn sekinandin. Piştî kontrola nasnameyan, ewraqên wesayîtan hatibûn kontrolkirin. Di encama vê yekê de li gelek wesayîtan bi hinceta ku “peymanameya wan nîn e” 300 YTL cezayê pereyan hate birîn. Wesayîtên ku nêzî 2 saetan li vir hatin rawestandin, piştî kontrolan derketibûn rê.
Tevî hemû astengiyên polîs û leşkeran bi pêşengiya TUHAD-FEDê ji gelek bajaran zêdetirî 10 hezar kes li Bajaroka Elîgorê kom bûbûn û li Meydana Elîgorê bi boneya rojbûna Abdullah Ocalan pîrozbahiyek li dar xistin. Girseyê li qada Elîgor panqarta, “Riya aştiya civakî di azadiya Ocalan de derbas dibe”, daliqandin bênavber stranên ‘Oremar’ û ‘Li berxwe bide Amed’ hatin gotin. Li qada alên PKK, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin, bi agir nivîsên ‘Apo’ û ‘PKK’ hatin nivîsandin. Dîsa dowîzên, “Rojbûna te rojbûna me ye”, “Azadiya te azadiya me ye” hatin hildan û sloganên, “Bijî PKK”, “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e gel li vir e”, “Panzehîre jehrê HPG ye”, “Doktor Bahoz lê dixe Buyukanit direve”, “Qatîl Erdogan”, “Bijî HPG” avêtin. Girseya piraniyan wan kincên herêmî li xwe kirîn, li ber agirên li gelek cihên qadê hatîn pêxistin govend girêdan. Piştî axaftina Erdemîrcî Koma Hevî ya NÇM’yê stran gotin.
Girseya ku di çarçoveya ‘Meşa Amarayê’ de ber bi Gundê Amarayê ve diçû û li nêzî Navçeya Xalfetiyê ji aliyê hêzên ewlehiyê hatibû rawestandin, rastî mudaxeleyê hat. Bi hezaran kesên li ser giran nivîsên ‘Apo’ û ‘PKK’ nivîsandin û xwestin bi meşê barîkatê ji holê rakin, lê hêzên leşker û polîsan êrîş kir û şer derket. Piştî pevçûn demekê berdewam kir girse paşve vegeriya.
Mustafa Dag û Mahsum Karaoglan jiyana xwe ji dest dan
Di 4ê Nîsana 2009an de dîsa bi hezaran berê xwe dabûn Amareyê û meşiyabûm Amarayê. Bi hezaran welatî 25 kîlometre beriya bigêjin Amarayê, polîs û leşkeran bombeyên gazê avêtin ser girseyê. Di êrîşan de bombeya gazê li serê Mustaf Dag (27) û Mahsum Karoglan (21) ketibû. Di encama êrîşa leşkeran a li dijî meşvanên Amarayê de Mustafa Dag û Mahsum Karaoglu jiyana xwe ji dest dan. Nêzî 60 kesên din ên birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê û Bîrecîkê. Bi deh hezaran welatî li nêzî Xalfetiyê kom bûn û xwestin bimeşin Amarayê. Lê dîsa polîsan bi guleyan mudaxale kir.
Di 4ê Nîsana 2010an de zêdetirî 10 hezar kes tev li meşê bûn. Gel posterên Abdullah Ocalan, wêneyên Mahsûm Karaoglan, Mûstafa Dag û alên konfederalîzmê, posterên Mazlum Dogan û Orhan Dogan hilgirtin. Gelek hunermendên NÇNê derketin ser dikê û stran gotin. Li ser navê girsê 900 kes çûn gundê Amarayê. Heyeta ku diçû Amarayê, di rê de li cihê ku Mustafa Dag û Mahsum Karaoglan par di “Meşa Amara” de ji aliyê leşkeran ve hatin kuştin rawestiyan, bi qurnefil û gulan Dag û Karaoglan bibîr anîn. Komê wêneyên Dag û Karaoglan rakirin û li şûna bombeyên gazê qurnefil danîn. Di bîranînê de strana “Şehîdên Amara” ku Seyda Perînçek dibêje hate strîn. Di bîranînê de komê bê navber dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Hogirên rojê nemirin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Di bîranînê de ciwanan bi keviran nivîsa “Biji Serok Apo” nivîsandin û qurnefil di nava bombeyê gazê de bi cih kirin. Heyata ku ji parlementerên BDP’ê, serok û rêveberên MEYA-DER, TUHAD-FED, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, Endamên Koma Çareseriya Aştî û Demokratîk, YDG, DOKH û xizmên Dag û Karaoglan pêk dihat, pişti li cihê bûyerê Dag û Karaoglan bibîr anîn, ber bi Amarayê ve bi rê ketin.
Konvoya ji 15 wesayîtan pêk dihat gihşt Gundê Amarayê ku Rêbeberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye. Konvoy dema çû Amara, ji aliyê gundiyan ku konvoy di navre derbas bû ve bi coşek mezin hate pêşwazîkirin. Konvoy, piştî di nokteyên kontrolê re derbas bû li Gundê Amarayê ji aliyê bira û xwîşkên Ocalan Mehmet û Fatma Ocalan û Havva Keser ve hatin pêşwazîkirin.
Gelek kesan rondikên xwe negirtin
Kesên çûn gond, di ketina gund de ji wesayitên xwe daketin û dest bi meşê kirin. Li ser hemû hişyariyan bi sedan kes bi bez ber bi mala Ocalan ve meşiyan. Dema endamên heyetê û xizmên Ocalan gihiştin hev demên hestiyar hatin jiyîn. Gelek kesan rondikên xwe negirtin û giriyan. Piştî ku heyetê û xizmên Ocalan hev hembêz kirin kom ber bi mala Ocalan ve meşiya û pankarta “Rojbûna te robûna me ye, ancak kesên dilê van bi azadî û serkeftinê disoje dikarin ligel me bi meşin” hilgirtin.
Wêneyê Abdullah Ocalan ramûsandin
Heyeta ku posterê Ocalan bilind kir û ketin nava gund dirûşmeyên “Rojbûna te pîroz be Ey Serok Apo”, “Bijî Serok Apo” ve “Ji Ocalan re Azadî” berz kirin. Girseya ku bi meş çûn mala Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye, piştî demekê meşiyan kortej xerakirin û ber bi malê ve reviyan. Bi sedan kes piştî çûn mala Ocalan li pêşengeyê geriyan û wêneyên Ocalan ramûsandin. Heyetê piştî mala Ocalan ziyaret kir, piştre çûn bin dara ku Abdullah Ocalan li bin siya wê pirtûk dixwendin wêne kişandin. Heyetê piştî ziyareta gund ax perçeyên axê kirin beriya xwe. Koma ku li ber mala Ocalan li hev kom bû daxuyaniyek dan û 61emîn salvegera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kirin.
10 hezar bûn mêvanên malbata Abdullah Ocalan
50 hezar kesên ku ji çar aliyê Tirkiyeyê ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin navçeya Xelfetiyê ya Rihayê serê sibehê ber bi gundê Amarayê derketin rê. Beriya meşê beşek ji gel çûn Karataşê, beşek jî bi wesayîtan ber bi Amarayê ve derketin rê. Yên ku wesayîtên wan tunebûn jî 13 kîlometre meşiyan û çûn Amarayê. Di meşa ku dîmenên rengîn derketin de gelek welatî li kasayên kamyonan suwar bûn, hinek jî derketin ser mînîbusan û hatin Amarayê. dema ku 7 kîlometre ji gund re ma bi dehan ciwanên ku şal û şapik li xwe kiribûn derbasî pêşiya otobusa BDPê bûn û bi meşa leşkerî meşiyan. Ciwanan alên PKK’ê û posterên Abdullah Ocalan vekirin û bi dirûşmên “Rojbûna te pîroz be ey serok Apo”, “Bijî serok Apo” meşiyan. Gelek welatî jî ji zeviyan derbas bûn gîhîştin gund. Di ketina gunde girse bû 50 hezar kes û ciwanan fîşekên hewayî teqandin û bi meşê ketin gund. 50 hezar kesên ku Hevserokê Giştî yê BDP’ê Gultan Kişanak û Parlamentera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel jî hebûn bi dirûşma “Rojbûna te pîroz be ey serok Apo” katin gund. Piştî ku girse keta gund û ji aliyê gundiyan ve hatin pêşwazîkirin bi fîşekên hewayî rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin. Posterên Ocalan û alên PKKê li mala Ocalan û malên derûdorê hatin daliqandin û li mizfegta gund jî posterê Ocalan hate daliqandin.
Li mala ku Ocalan dayîk bûye jî wêneyên Ocalan hatin pêşandan. Ji ber ku gelek welatiyan xwestin bikevin malê îzdiham hate jiyîn. Piştre bi deh hezaran kes ji bo kesên ku têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz pate girtin û piştî rêzgirtinê jî dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin.
Ax û kevirên Amara bi xwe re anîn
Piştre birayê Abdullah Ocalan Ocalan Mehmet Ocalan got: “Rojbûna me hemûyan pîroz be. Ez ê peyama we bibim navîna deryayê. Ez ê têkoşîna we û slavên we jê re bibêjim.”
Li gund 10 madeyên ji aliyê “Platfroma Konên Çareseriya Demokratîk” ve hatin aşkera kirin careke din hatin dubarekirin. Piştî axaftinan welatiyan li baxçeyê mala Ocalan lê ji dayik bûye ax, kevir û şaxên daran hilgirtin careke din vegeriyan Xelfetiyê. Girseyê di vegerê de Mahsun Karaoglan û Mustafa Dag bi merasimekê bi bîr anîn.
Şande çû Amarayê
Di 4ê Nîsana 2012an de leşkeran gund dorpêç kir û destûr neda ku gundî ji gund derbikevin. Hevserokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka KCDê Aysel Tugluk, rêveberên TUHAD-FEDê û wekîlên BDPê gundê Abdullah Ocalan lê hate dînê ziyaret kirin. BDP, KCD û TUHAD-FED ji navçeya Pirsusê bi konvoyê çûn Amarayê. Leşkeran li Amarayê rewşa awaret ava kirin û gund dorpêç kirin. Riya gund li gelek cihan nokteyên lêgerîn ên leşker û polîsan hatin avakirin û li hewayî jî helîkpter firiyan. Kesên tedbîrên li gundê Amarayê hatin girtin matmayî diman. Leşkeran destûr neda gundî derbikevin derve û bêdengî li gund hebû. Polîsan li ser mîneraya mizgeftê qemera kişand. BDP’î derbasî mala Ocalan lê hate dinê û ji aliyê Mehmet Ocalan, Fatma Ocalan û xizmên wî ve hatin pêşwazîkirin. Heyeta BDPê bi malbata Ocalan re sohbet kirin. Rêveberê TUHAD-FEDê Faysal Karadenîz bal kişand ser qedexekirina meşê û tedbîrên hatin girtin. Karadenîz, bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û diyar kir ku ew pêkutiyên qebûl nakin û xwest êdî Abdullah Ocalan azad bibe.
Pişt re nûnerên BDP, DTK û TUHAD-FEDê ji gund veqetiyan.
Bi hezaran ji Xalfetiyê meşiyan Amarayê
Di 4ê Nîsana 2013an de bi 10 hezaran kesan 2 rojan di çarçoveya pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de şahî li dar xistin. Bi hezaran welatiyên li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê 64emîn rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin serê sibê herikîn Gundê Amara yê Ocalan lê ji dayik bû. Serê sibê bi sedan wesayît ber bi Amarayê ve derketin rê û bi sedan welatî jî bi meşê çûn gund û pêşengeha li mala Abdullah Ocalan lê ji dayik bû ziyaret kirin. Xwîşk û birayê Ocalan Fatman Ocalan û Mehmet Ocalan û xizmên wî welatî pêşwazî kirin. Welatiyan wêne kêşandin û slogan “Be serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Hinek welatiyan şitilên bi xwe ra anîn li baxçeyê mala Ocalan çandin. Hevser, zarok û bavê Mustafa Dag ê ku di sala 2009an de di meşa Amarayê de jiyana xwe ji dest da jî tevlî ziyaretê bû û demên hestiyar hatin jiyîn. Meşa ku di pêşengiya TUHAD-FEDê de bi şîara “Çaraseriya Demokratîk Ji Ocalan Re Azadî” pêk hat, bi hezaran kes çûn Amara û mala ku Ocalan lê ji dayik bûye zeyaret kirin. Welatiyan pastayê rojbûnê birîn û li mala Ocalan û gund şitlên daran çandin. Girse dîsa bi karwanekî mezin vegeriyan Xalfetî û ji vir jî çûn Herêma Karataşê ku di sala 2009’an de di mudaxaleya leşkeran de Mahsum Karaoglan û Mustafa Dag bi bombeyên gazê hatin qetilkirin ziyaret kirin. Karwana ku Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk, Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, Parlamenterên BDP’ê Nursel Aydogan, Mulkiye Birtane, Sabahat Tuncel jî hebûn bi hezaran kesan qada ku Dag û Karaoglan lê hatin qetilkirin ziyaret kirin.
Li vir bi hezaran kesan posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rakir û alên KCKê û PKKê bilind kirin. Welatiyan li vê qadê bi keviran nivîsa “Apo” nivîsandin û bê navber siloganên “Şehit namirin” û “Bijî serok Apo” berz kirin. Kaça Dag a 4 salî Şeyma û ya 6 salî Gulsum jî hatin cihê bîranînê. Li vir Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak, diyar kir ku heta niha destûr nedidan ku gelê kurd Rojbûna Rêberê xwe pîroz bike, lê ji ber biryara gel a bi israr gel em îro bi 10 hezaran kes hatin vir. Biryara gel û baweriya gel dê hemû tiştî bi deskt bixe. Kişanak, da zanîn ku gel bi biryara li gel Ocalan dê serkeftina xwe bi dest bixe. Bîranîn bi silogana “Şehit namirin” bi dawî bû. Bernameya pîrozbahiya Rojbûna Ocalan bi bîranîna Dag û Karaoglan bi dawî bû.
Şeveqê ji Xalfetiyê meşiyan Amarayê
Di 4ê Nîsana 2014an de jî bi boneya 65’emîn salvegera 4ê Nîsanê Roja Rojbûna Abdullah Ocalan pîrkoz bikin bi deh hezaran welatiyên ku ji gelek bajar û navçeyên herêmê hatin Rihayê li navçeya Xalfetiyê gihiştin hev. Şevê din bi deh hezaran kes li qada 4ê Nîsanê ya Xalfetiyê li hev kom bûn û pîrozbahî pêk anîn. Bi deh hezaran kesên ku şeva xwe li Xalfetiyê derbas kirin di saetên serê sibehê de berê xwe dan Gundê Amarayê. Bi deh hezaran kesên berê xwe dan Amara ku 15 kilometre li dûrî Xalfetiyê ye ketin rê. Girsê di meşê de posterên mezin ên Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, KJB, HPG, YPG, YDG-Hê vekir û meşa xwe berdewam kirin. Girsê di meşê de sitrana “Serok Apo bilind Apo” gotin û bê navber siloganên “Bijî Serok Apo”, “Ocalan” berz kirin.
Malbata Ocalan mêvan pêşwazîkirin
Bi deh hezaran kesên ku berê xwe dan Amarayê bi pankat û dowîzan diyar kirin ku “Her buhusta axa ku Rêberê wan pêlê kiriyê ew jî pêlê bikin. Her cihê ku çavê rêberê wan lê nerîye ew jî lê binerin” û siloganên “Bijî Serok Apo” Ocalan” gotin. Girse berî bigêje Gundê Amarayê posterê mezin ê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan vekirin. Bi deh hezaran kesên hatin Amara, ji aliyê malbata Ocalan ve hatin pêşwazîkirin.
Ciwanên Roboskî jî hatin Amara
Li mala ku Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye îzhîdam çêbû. Bi deh hezaran kesan xwest mala ku Ocalan lê jidayik bûye ziyaret bikin. Bi hezaran kes li baxçeyê mala Ocalalan kom bû û mala Ocalan ziyart kir. Li mala ku Ocalan lê ji dayik bûye posterê mezin ê Ocalan û ala mezin a PKK’ê hat daliqandin. Di ketina gundê Amarayê de pankarta “An muzakere an jî şer” hat vekirin. Li ber mala Ocalan jî pankarta “Dema me şer kir em netirsiyan, emê ji aştiyê jî netirsin” û posterê Ocalan ê “Azadi” li ser hatibû nivîsandin hat vekirin. Ciwanên Roboskiyê jî hatin Amara û li mala ku Ocalan lê ji dayik bûye wêneyê 34 welatiyên hatin qetilkirin vekirin. “Ji bîr neke ji Roboskîyê re edalet” vekirin.
Odeya ku Ocalan lê ji dayik bûye jî bi wêneyên Ocalan hatin xemilandin. Welatiyên ku xwestin odeyê ziyaret bikin ketin dorê û yek bi yek hilgirtin hundirê malê. Di ziyareta malê û xanî de demên hestiyar çêbûn û dayikan bi gotinên “Ez qûrbane te me Serok Apo, xwezî ez dayîka te buma” hestên xwe anîn ziman.
Pastayê rojbûnê dê zarokên Mustafa Dag birî
Piştî pîrobaniyê endam û rêveberên BDP û HDPê û hilbijêr dê biçin cihê ku Mustafa Dag û Mahsum Karaoglan di 2009an de di meşa Amara de jiyana xwe ji dest dan ziyaret bikin. Dê li wê qadê zarokên Mustafa Dag Şeyma û Gulsum pasta bibirin. Piştre li hemberî gund şitlê daran hatin çandin.
Di salên, 2015 û 2016an bi deh hezaran welatiyên ji Kurdistanê û Tirkiyeyê li Elîgor û Xalfetiyê kom dibûn şahiyên wekî mihrîcanan li dar xistin û bi konserên mezin û fîşekên hewayî 4ê Nîsanê pîroz kirin. Di van şahiyan de dîsa posterên Abdullah Ocalan, alên KCKê rakirin û bênavber dirûşmên “Bê serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Dar çandin û govend gerandin. Di serdana gundê Amara de odeya ku Ocalan lê ji dayik bûye jî bi wêneyên Ocalan xemilandin.
Piştî OHALê gund dorpêç kirin
Îktîdara AKP/MHP’ê piştî OHAL îlan kir û şûnde di salên 2017, 2018’an de li ser navê OHAL’ê ketina gund qedexe kirin û tenê temsîlî heyet çûn Amara.
Di salên 2019, 2020, 2021, 2022, 2023 û 2024an de jî Walîtiya Rihayê di navbra 1-6ê Nîsanê de li Rihayê hemû çalakî û şahî qedexe kirin. Li ser fermana walî, esker û polîsan destûr nedan ku parlamenter ji biçin Amarayê.
Her çend di salên dawî de walîtî destûr neda meşan jî sazî û rêxistinên kurdan bi qasî temenê Ocalan dar çandin û baxçeyên ekolojîk ji bo Abdullah Ocalan ava kirin.