• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
12 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Serdar Şîrnas: Denbêjan tu carî dev ji gotina rastiyê bernedaye

    Serdar Şîrnas: Denbêjan tu carî dev ji gotina rastiyê bernedaye

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun hate definkirin

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun hate definkirin

    Egîtîm Senê banga tevlibûna Sempozyûma Zimanê Kurdî kir

    Egîtîm Senê banga tevlibûna Sempozyûma Zimanê Kurdî kir

    Şahiya Cejna Zimanê Kurdî: Em naxwazin zimanê me winda bibe

    Şahiya Cejna Zimanê Kurdî: Em naxwazin zimanê me winda bibe

    Hozan Mizgîn di salvegera 34emîn de li Êlihê hate bibîranîn

    Hozan Mizgîn di salvegera 34emîn de li Êlihê hate bibîranîn

    Hevşaredar Dogan Hatûn ji bo Forûma Aştiyê banga beşdariyê kir

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî sibê dest pê dike

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Seracettîn Yuksekbag piştî 31 salan hate berdan

Riha / AW

26 ADAR 2025 - 20:23
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Girtî Seracettîn Yuksekbag ê ku 31 sal û 6 mehan di girtîgehê de ma, hate berdan. Seracettîn Yuksekbag li pêş girtîgehê axivî û got: “Em ê bi ser bikevin.”

Girtî Seracettîn Yuksekbag ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1an a Rihayê dihate ragirtin, piştî 31 sal û 6 mehan girtî ma, hate berdan. Seracettîn Yuksekbag ku di sala 1993yan de hate girtin, Dadgeha Ewlehiya Bilind (DGM) a Amedê cezayê muebedê lê birî. Tevî ku Seracettîn Yuksekbag cezayê lê hatibû birin di 26ê Mijdara 2023yan qedand jî berdana wî salek û nîvan hate taloqkirin.

Malbata Seracettîn Yuksekbag, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rihayê û gelek kesan Seracettîn Yuksekbag pêşwazî kirin.

‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’

Yuksekbag ê li pêş girtîgehê axivî, wiha got: “Divê ji bo doza xwe me bedel dabûya, me da. Em ê ji niha û pê ve jî berpirsyartiya xwe pêk bînin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ez hêvî dikim ku em ê serbikevin.”

Seracettîn Yuksekbag kî ye?

Seracettîn Yuksekbag ku di sala 1993yan de li navçeya Misirc a Sêrtê tê girtin ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Bilind (DGM) a Amedê ve cezayê hefsê yê muebedê lê tê birîn. Yuksekbag ê dema girtî li gelek girtîgehan hate ragirtin, diviyabû di 29ê mijdara 2023yan hatibûya berdan lê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê berdana wî 6 meh û 2 rojan taloq kir.

Dû re Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê di 25ê Hezîranê de bi hinceta Yuksekbag tev li çalakiya greva birçîbûnê û hin çalakiyên li girtîhê bûye û ji ber van cezayê dîsiplînê lê hatiye birin berdana wî 9 meh û rojekê taloq kir. Zext li Seracettîn Yuksekbag kirin ku têkildarî PKKê fikrên xwe bibêje. Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê nirxandina berdana Seracettîn Yuksekbag taloqî 26ê Adarê kiribû. Seracettîn Yuksekbag îro hate berdan.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Civîna Polîtîkayên Jinan a Herêma Botanê hat lidarxistin

Civîna Polîtîkayên Jinan a Herêma Botanê hat lidarxistin

11 GULAN 2026
Ayhan Erkmen li Wanê jiyana Celadet Elî Bedîrxan vegot

Ayhan Erkmen li Wanê jiyana Celadet Elî Bedîrxan vegot

11 GULAN 2026
Serdar Şîrnas: Denbêjan tu carî dev ji gotina rastiyê bernedaye

Serdar Şîrnas: Denbêjan tu carî dev ji gotina rastiyê bernedaye

11 GULAN 2026
Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun hate definkirin

Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun hate definkirin

11 GULAN 2026
Fîlma ‘Heval Kekê Min’ hat kişand

Fîlma ‘Heval Kekê Min’ hat kişand

11 GULAN 2026
Egîtîm Senê banga tevlibûna Sempozyûma Zimanê Kurdî kir

Egîtîm Senê banga tevlibûna Sempozyûma Zimanê Kurdî kir

11 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Xwişka Hozan Mizgîn: Mîrateya ku hiştiye nasnameyeke têkoşer da avakirin

    Xwişka Hozan Mizgîn: Mîrateya ku hiştiye nasnameyeke têkoşer da avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 11ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê em hemû rojên xwe bikin 15ê Gulanê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayikên Aştiyê: Di aştî û wekheviyê de zerar tune ye, xweşî heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bûka Kurdistanê’ ya berxwedêr: Leyla Qasim

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Civîna Polîtîkayên Jinan a Herêma Botanê hat lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê du malbatan li hev xist: Kesek mir û 14 kes jî birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi sed hezaran serkeftina Amedsporê pîroz kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Azadiya Welat bi manşeta ‘Agêrê bi kurdkî / Li Kurdî vegerin’ derket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hozan Mizgîn di salvegera 34emîn de li Êlihê hate bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (278)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne