• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Tirkiye li ser sînorê Rojava xendekê dikole

    Tirkiye li ser sînorê Rojava xendekê dikole

    Silavdayîn bû sedema qedexeya hevdîtinê

    Silavdayîn bû sedema qedexeya hevdîtinê

    Akademîsyenên ji başûrê Kurdistanê: Aştî û azadî ji bo mirovahiyê hêvî ye

    Akademîsyenên ji başûrê Kurdistanê: Aştî û azadî ji bo mirovahiyê hêvî ye

    ‘Statuya ziman bi parastin û çalakbûnê tê bidestxistin’

    ‘Statuya ziman bi parastin û çalakbûnê tê bidestxistin’

    Aktivîstê îranî Tavakoli: Armanca bingehîn a rejîmê parastina atmosfera şer e

    Aktivîstê îranî Tavakoli: Armanca bingehîn a rejîmê parastina atmosfera şer e

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 14ê GULANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Tirkiye li ser sînorê Rojava xendekê dikole

    Tirkiye li ser sînorê Rojava xendekê dikole

    Silavdayîn bû sedema qedexeya hevdîtinê

    Silavdayîn bû sedema qedexeya hevdîtinê

    Akademîsyenên ji başûrê Kurdistanê: Aştî û azadî ji bo mirovahiyê hêvî ye

    Akademîsyenên ji başûrê Kurdistanê: Aştî û azadî ji bo mirovahiyê hêvî ye

    ‘Statuya ziman bi parastin û çalakbûnê tê bidestxistin’

    ‘Statuya ziman bi parastin û çalakbûnê tê bidestxistin’

    Aktivîstê îranî Tavakoli: Armanca bingehîn a rejîmê parastina atmosfera şer e

    Aktivîstê îranî Tavakoli: Armanca bingehîn a rejîmê parastina atmosfera şer e

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 14ê GULANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rejîma Îranê di salekê de 29 jin darve kirin

Onder Akbulut / AW

27 ADAR 2025 - 08:05
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HERANA) ragihand ku di Adarê de, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 104 kes hatine darvekirin. Li aliyê din di saleke dawî de jî li Îranê 29 jin hatine darvekirin.

Komara Îranê ya Îslamî bi darvekirinan di rojevê de ye. Bi taybetî jî pîştî serhildana “Jin Jiyan Azadî” ya ku piştî kuştina jina Kurd Jîna Emînî ya 16ê Îlona 2022yan, darvekirina jinan zedetir bû. Rejîma Îranê bi angaşta qanûnên şerîatê mirovan darve dike. Desthilatdar bi hişmendiya baviksalar ji bo ku jinan di her qadên jiyanê de bêdeng û bêbandor bikin bi hincetên cur bi cura jinan darve dike.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ya ku navenda wê li Norweçê ye di serê sala îsal de diyar kiribû ku di navbera salên 2010-2024an de 241 jin hatine darvekirin. Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HERANA) jî ragihand ku ji bihara sala borî heta bihara îsal li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hezar û sê sed (1300) kes hatine binçavkirin. Li gorî ajansê 29 jin di vê navberê de hatine bidarvekirin. Ji vana 168 kes bê dadgeh hatine binçavkirin. Lî gor HERANAyê di vê dema diyar kirî de 649 jin ên ji Rojhilatê Kurdistanê û herêmên din ên Îranê hatine binçavkirin. Ji van 643 jin ji ber ku laçik nedane serê xwe hatine binçavkirin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê di saleke dawî de hezar û 50 kes ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine darvekirin. Ji vana 29 jê jin û 5 jî zarok ku temenê wan jêrî 18 salî bûne. 189 kes cezayê darvekirinê lê hatine birîn. Ji vana dadgehê cezayê 55 kesî jî erê kiriye.

Îran rojê 4 kesan bi dar ve dike

Li gorî HERANAyê di Adara 2025an de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 104 kes hatine darvekirin. Rejîma Îranê di Adarê de li 22 kesan cezayê darvekirinê birî ye û cezayê 5 kesan jî erê kirine. Li gorî daneyan, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê rojê 4 kes tên darvekirin.

Îranê di salekê de 135 belucî û 104 kurd darve kir

Kampanyaya ‘Sêşema Na ji bo Cezayê Darvekirinê’ ku di 9ê Çileya 2023yan de li dijî darvekirinên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatiye avakirin têkildarî darvekirinên saleke dawî de agahiyên girîng kom kirin. Kampanyaya “Sêşema Na ji bo Cezayê Darvekirinê” jî destnîşan kir ku di saleke dawî de hezar û 135 kes li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine darvekirin. Kampanyayê xwest hemû xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê dijî darvekirinan rawestin. Kampanyayê di 16emîn pêngava xwe de ku ji girtiyên 38 girtîgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêktê, derbarê darvekirinan de daxuyaniyek belav kir û ev agahî parve kir: “Ji çileya 2024an heya Adara 2025an li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hezar û 150 girtî hatine darvekirin û ji vê hejmarê jî 38 jê jin in. Di nav kesên hatine darvekirin de, 135 kes Belucîne û 104 jî Kurdin. Kampanya destnîşan dike ku ji sedî 85ê kesên hatine darvekirin, di serdema serokkomarê nû yê Îranê Mesud Pizîşkiyan de hatine darvekirin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Siyasetmedaran ji bo meşa ‘Gavek ji bo aştiyê’ banga tevlibûnê kir

Siyasetmedaran ji bo meşa ‘Gavek ji bo aştiyê’ banga tevlibûnê kir

14 GULAN 2026
Tirkiye li ser sînorê Rojava xendekê dikole

Tirkiye li ser sînorê Rojava xendekê dikole

14 GULAN 2026
15ê Gulanê: Cejna Zimanê Kurdî û têkoşîna hebûnê

15ê Gulanê: Cejna Zimanê Kurdî û têkoşîna hebûnê

14 GULAN 2026
Ma do her tim heqîqetî binusê

4 sal û 2 meh ceza li rojnameger Reyhan Hacioglû hat birîn

14 GULAN 2026
Navçeya Girê Sor bû deryaya kulîlkên sor

Navçeya Girê Sor bû deryaya kulîlkên sor

14 GULAN 2026
Silavdayîn bû sedema qedexeya hevdîtinê

Silavdayîn bû sedema qedexeya hevdîtinê

14 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • NÛÇE TV di Roja Cejna Zimanê Kurdî de dest bi weşanê dike

    NÛÇE TV di Roja Cejna Zimanê Kurdî de dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Sûrê ‘Şeva Çîrok û Helbestan’ li dar dixe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • AKPê bi ÎŞKURê ve Colemêrg kiriye bajarê gendeliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji zanîngeha Wanê ber bi zozanên Colemêrgê ve rêwîtiya mêşvaniyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Navçeya Girê Sor bû deryaya kulîlkên sor

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Waliyê Hewlêrê: Divê Tirkiye gavên lezgîn biavêje ku aştî li herêmê bi cih bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Akbaş piştî 31 salan hat berdan, berdana 3 girtiyan hat taloqkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Akademîsyenên ji başûrê Kurdistanê: Aştî û azadî ji bo mirovahiyê hêvî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Statuya ziman bi parastin û çalakbûnê tê bidestxistin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Encamnameya Komxebata Ziman a Botanê hat aşkerekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (357)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne