Şandeya DEM Partî û DBPê di çarçoveya serdana xwe ya li Başûrê Kurdistanê de bi nûnerên gelek partiyan û baweriyan re hevdîtin kir.
Şandeya ji Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk û Ebrû Gunay, Parlamentera Mêrdînê Salîha Aydenîz û endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Adalet Fîdan li Herêma Kurdistanê ya Federe bi gelek rayedaran re hevdîtin kir. Şandeyê heta niha bi Serokkomarê Iraqê Abdullatîf Reşîd, Waliyê Silêmaniyeyê, nûnerên KNK, Tevgera Goran, Tevgera Helwest û Eniya Gel re rûnişt.
Heyet duh di bernameya fitarê de bi nûnerên baweriyên Misilman, Zerduştî, Êzidî, Kakaî, Katolîk re hevdîtin kir.
Di bernameya fitarê de ku bi baweriyên qedîm ên Rojhilata Navîn re kir, peyamên li ser yekîtî, yekbûn û aştiyê hatin dayin. Di hemû hevdîtin û serdanan de Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd hate nirxandin û li ser yekîtiya neteweyî nêrîn hatin parvekirin. Heyet dê bi rewşenbîr, nivîskar û akademîsyenên li herêmê re bernameya xwe temam bike.