* Dayika Şemê ya şengalî komkujiya ku DAIŞê li ser wan pêk aniye bi bîr xist û got: “Ew çeteyên DAIŞê yên ku êrîşê me kirin niha naveke din li xwe kirine û li rojavayê Kurdistanê êrîşê gelê Kurd dikin. Her çend wan navê xwe guhertibe jî rêbazên wan ên êrîşê yek in û feraseta wan heman e.”
* Endamê Komeleya Ekolojiyê Nejdet Sezgîn destnîşan kir ku li ku derê talankirin, qirkirina xwezayê, dîrokê, nirxan, çand û nasnameyê hebe di nava hewldanan de ne û got: “Tişta ku me bigihîne armanca me rêxistinbûyîne.”
* Rojnemevan Ekrem Bereket bal kişand êrîşên HTŞê yên li herêmê û wiha got: “Ev şera girêdayî şerê ku li Rojhilata Navîn tê qewimandin e. Girêdayî şerê cîhanê yê sêyemîn e.”
* Kurdîgeh dê têkildarî kongreya xwe li saziya xwe ya Wanê daxuyaniyê bide çapemeniyê (12.00)