Jinên ku qedexeya perwerdeya tibê protesto dikirin ji aliyê Talîbanê ve hatin binçavkirin.
Xwendekarên beşa tibê yên li Afganistanê li dijî qedexekirina perwerdeya tibê ya Talîbanê li Takhar û gelek eyaletan çalakiyan li dar xistin. Teşkîlata Îstîxparata Takharê jinên ku biryara Talîbanê protesto dikirin binçav kir.
Jinên ku hatin binçavkirin û hatin berdan dan zanîn ku endamên Talîbanê wan bi ‘binpêkirina heysiyet û nirxên jibûnê’ sûcdar kiriye. Her wiha gef li jinan hatiye xwarin ku dîmen û wêneyên ku di çalakiyê de kişandine parve nekin.
Xwendekareke jin a ku hatibû binçavkirin got: “ Îro jiyana hemû jinên xwendekar di bin xetereyê de ye. Dema em dengê xwe bilind dikin tên girtin.”
Hat zanîn ku Talîban li hemû kolanên ku çalakî lê hatine kirin ji bo jinan binçav bike lêkolînan dike.