Bi pêşengiya Kanala Agaçkakanê ya Youtubeyê li Çand Amedê bernameya “Tu jî bipirse” hat lidarxistin. Ciwanên Amedê ji Hevşaredara Amedê Serra Bucak gelek pirsên derbarê bajêr de pirsîn.
Kanala Agaçkakanê ku li ser Youtubeyê weşana xwe dike, li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê bernameya “Tu jî bipirse” bername li dar xist. Gelek ciwanên Amedê û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak beşdarî bernameyê bûn. Bernameya”Tu jî bipirse” ku moderatoriya wê Îbrahîm Şik kir, beşa yekemîn hat lidarxistin. Di bernameyê de gelek ciwan tev li bûn û pirsên xwe ji Hevşaredar Serra Bucak pirsîn. Di bernameyê de gerînendeyên yekîneyên şaredariyê amade bûn û agahî dan ciwanan. Ciwanan kêmasiyên şaredariyê, kêmasiyên aktîvîteyên ji bo ciwanan, polîtîkayên li dijî bişaftinê a dewletê û xebatên şaredariyê ji Serra Bucak pirsîn. Bername bi pirsên ciwanan û bersivên Serra Bucak bi dawî bû.