Li Çand Amedê ya navçeya Yenîşehîra Amedê lansmana projeya Ulaş Bager Aldemîr a “Raborî Pêşeroj e” di roja duyemîn de berdewam kir. Projeyê bi atolyayên wenê û çalakiyên cuda berdewam kir.
Li Çand Amedê (Navenda Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin) bi pêşengtiya Ulaş Bager Aldemîr û piştgirtiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Projeya bîrbiriya çandî ya navneteweyî “Raborî Pêşeroj e” ku dê heta 18ê Nisanê pêk bê, dewam kir. Proje di roja duyemîn de bi atolyaya wêneyan berdewam kir. Beşdaran ji xwediyên fikra projeyê Michael Löwy, Eleni Varikas, Gretchen Dutschke-Klotz, Goran Therborn pirs pirsîn û xwediyê fikrê jî pirs bersivandin.
Beşdaran di pirsan de fikarên xwe û fikrên xwe yên der barê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pirsîn. Xwediyên fikrê jî anîn ziman ku fikra birêz Abdullah Ocalan ji bo wan gelek giring e. Xwediyên fikrê anîn ziman ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro li Rojava geş dibe û ji bo azadiya gelên bindest dibe mînak. Proje dê bi pêşengtiya Ulaş Bager Aldemîr û hevkariyên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di roja seyemîn de berdewam bike. Mîthat Sancar Gûlten Kişanak, Michael Löwy, Eleni Varikas, Gretchen Dutschke-Klotz, Goran Therborn yê biaxivin.