DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Wezarîrê Dadê re serî li Wezareta Dadê da.
Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê dê roja 18ê Nîsanê li gel Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç hevdîtin bikira. Ji ber rewşa endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder hevdîtin hatibû taloqkirin. DEM Partiyê ji bo hevdîtinê serî li Wezareta Dadê da. Hat zanîn ku di nav şandeyê de dê Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan cih bigirin.