Di çarçoveya lêpirsîna li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de Midûrê Giştî yê ÎSKÎ û Cîgirê Sekreterê Giştî yê ÎBBê jî di nav de 47 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna nû ya li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) de derbarê 53 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn. Hate zanîn ku Midûrê Giştî yê ÎSKÎ Şafak Başa û Cîgirê Sekreterê Giştî yê ÎBBê Arîf Gurkan Alpay jî hatine binçavkirin. Hat ragihandin ku heta niha 47 kes hatine binçavkirin.
Tê diyarkirin ku dibe hejmara binçavkirinên lêpirsînê ku bi îdiaya gendeliyê hatiye destpêkirin, zêde bibe.