Kovara Vînê li cîhana wêje û ramana Kurdî zêde bû. Kovara Vînê di 94emîn salvegera derketina Hawarê de dest bi weşanê kir. Vîn kovareke du mehane ye û bi alfabeya Latînî weşanê dike.
Kovara Vîn bi hejmara xwe ya yekemîn li pêşberî xwîneran e. Di kovarê de berhemên Kirmanckî, Kurmancî û Soranî hene û alfabeya kovarê Latînî ye. Gulê Şadkam, Îbrahîm Şêxşerefî, Jiyar Homer, Lorîn Demîrel, Netîce Altun Demîr, Rojîn Şêx Hemo û Selîm Temo endamên lijneya weşanê ya kovarê ne.
Vîn ku kovareke dijîtal e, di hejmara xwe ya yekem de bi kadroyeka xurt derketiye pêşberî xwîneran. Di vê hejmarê de îmzeyên gelek navan li ser berhem, hevpeyvîn û wergeran hene ku ev in: Aydin Ekîn, Azad Dilwar, Azad Kaysadu, Bawer Aydin, Berken Bereh, Buhişt Issa, Dîbar Çelîk, Dîlan Yasak, Enes Yildiz, Fatma Savci, Ferhadê Mihemed, Furkan Îşlen, Haden Oz, Hebûn Elbakî, Îbrahîm Şêxşerefî, Jan Alî Yekta, Jiyar Homer, Kawa Nemir, Kenan Ogur, Lorîn Demîrel, Luqman Ehmed, Netîce Altun Demîr, Ozlem Guntaş, Rojîn Şêx Hemo, Sebahattîn Sumelî, Sedat Ulugana, Selîm Temo, Seyîdxan Kurij, Siya Jandar, Sîbel Akman, Şênê Mihemed û Xelef Wanî.
Kovara Vîn di beşa ‘Vîndank’ê de Ehmed Huseynî, Mehmet Emîn Bozarslan û Refîq Sabîr bibîr aniye. Di beşa ‘HevpeyVîn’ê de Fatma Savci bûye mêvana kovarê. Di beşa ‘Belge’yê de kovarê belavokeka dewleta Tirkan weşandiye ku bi Kurdî (Kurmancî) ye û Serhildana 1925an reş dike.
Di kovarê de ji Almanî, Fransî, Îngilîzî û Spanyolî werger hatine kirin. Berhemên Alana Marie Levinson-LaBrosse, Alfonsina Storni, Alphonse Daudet, Arthur Rimbaud, Berthold Brecht, Charles Bukowski, James Finn Garner, Kate Chopin, Rafael Alberti, Rita Mae Brown û Tracy Fuad mêvanê biyanî yên Vînê ne.
Vîn dê hemû hejmarên xwe li ser www.kovaravin.com belav bike. Xwîner dikarin kovarê li ser malperê daxînin û bixwînin. Navnîşana info@kovaravin.com jî ji bo şandina berheman e.







