Enqere – ANKA-DER a ku li Enqereyê xebatên ziman û wêjeya Kurdî bi rê ve dibe, 4 sal li pey xwe hişt. Ji mamosteyên ANKA-DERê Serkan Goksu diyar kir ku ew dê xebatên xwe yên fêrkirina zimanê Kurdî xurttir bikin û ji bo daxwaza perwerdehiya fêrmî ya zimanê Kurdî di meha Hezîranê de komxebatekê li dar bixin.
Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER), li dijî polîtikayên bişaftinê yên li ser zimanê Kurdî, bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî di 16ê Gulana 2022an de li Enqere ava bû. ANKA-DER ku 4 sal in li Enqereyê xebatên fêrkirina ziman, çand û hunerê dike û ji aliyê Kurdên li Enqereyê dijîn ve jî rastî eleqeyeke mezin hat. ANKA-DER ku heta niha gelek şagirt perwerde kiriye bi 3 zaravayên Kurdî ên Kirmanckî, Kurmancî û Soranî perwerdeya ziman dide. Li ANKA-DERê ji bo zarokan jî perwerdehiya ziman bi rêya dirama û lîstikan tê dayin. ANKA-DER ku salvegera 4emîn a damezrandina xwe pêşwazî dike li Enqereyê yek ji deriyê fêrkirina zimanê Kurdî ye.
Yek ji mamosteyên ANKA-DERê Serkan Goksu ku derbarê salvegera damezrandina komeleyê û Cejna Zimanê Kurdî de axivî û qala xebat û plansaziyên komeleyê yên siberojê kir.
‘Heta niha nêzî 2 hezar kes derçûne’
Serkan Goksu bi diyar kir ku ji bo ku ew bikaribe xwe nas bike, fêrî zimanê xwe bûye û niha jî bi xebatên ziman re eleqedar dibe. Serkan Goksu derbarê xebatên ANKA-DERê de jî anî ziman ku xebatên wan ên perwerdehiyê berdewam dikin û wiha got: “Heta niha nêzî 2 hezar kes ji perwerdehiyên ANKA-DERê derbas bûne. Em li vir bi zaravayên Kurmancî, Kirmançkî û Soranî perwerdehiyê didin. Perwerdehiyên me li ser asta destpêke, yekemîn, duyemîn, sêyemîn û mamostetiyê berdewam dike. Ji aliyê şagirtan ve eleqeyeke mezin ji perwerdehiya bi zimanê Kurdî re heye. Herî zêde ji zaravayê Kurmancî re eleqe heye. Lê bi zaravayên Soranî û Kirmançkî ve jî perwerdehî tê dayin. Ji bo Kurmancî ji asta destpêke heta asta sêyemîn û mamostetiya perwerdehî berdewam dike. Ji bo Kirmançkî jî atolyeyek me heye û ji bo Soranî jî dema pêdivî çêdibe em atolyeyan didin destpêkirin. Li Enqereyê ku hejmareke zêde ya xwendekarên zanîngehan hene, gelek ji wan tên li vir perwerdehiyê dibînin. Hemû atolyeyên me jî berdewam dikin. Niha di asta mamostetiyê de nêzî 13-14 şagirt hene. Ew jî piştre dikarin li vir mamostetiyê bikin.”
Xebatên ji bo zarokan: Divê em ziman bi zarokan bidin hezkirin
Serkan Goksu bi lêv kir ku ji bo zarokan jî xebatên wan ên fêrkirina Kurdî hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xebatên me piranî ji bo hezkirina zarokan a ziman pêk tê. Di nava malbatan de mixabin piranî bi Tirkî tê axaftin û zarok dûrî Kurdî dimînin. Ji bo wê jî divê di serî de mirov Kurdî bi zarokan bide hezkirin. Loma weke drama, avakirina qadên lîstikê û bi şano em zimanê Kurdî bi zarokan didin hezkirin û li ser wê esasê Kurdî didin fêrkirin. Divê em Kurdî di serî de bixin nava lîstikên zarokan, xewn û xeyalên wan. Bi vî awayî dikarin Kurdî hez bikin û fêr bibin. Hevalên me yên ku zarokan fêrî Kurdî dikin jî li ser vê yekê disekinin. Li ser pedegojî û dramayê radiwestin.”
‘Armanca me zindîkirina zimanê Kurdî ye’
Serkan Goksu destnîşan kir ku di 4 salan de weke ANKA-DER wan hewldane ku li Enqereyê ji pêdiviya gel a ji ziman re bibin bersiv û wiha axivî: “ANKA-DER ji bo zimanê yekem ê welatiyên Kurd ku li Enqereyê dijîn bibe Kurdî têdikoşe. Ji hin aliyan ve serkeftin heye lê ANKA-DER bi tena serê xwe ji vê pêdiviyê re nikarê bibe bersiv. Ji bo vê pêdivî bi hin tiştên din jî hene. Gelek kes tevlî atolyeyan bûnê û ji vir derçûnê û tekiliyên xwe domandine. Lê ji bo ku zimanek pêşbikeve divê cazîbeya wê hebe. Heke zimanek ne zindî be cazîbeya xwe winda dike. Ziman dema di nava jiyanê de kêm be axaftin di nava demê de winda dibe. Em jî dixwazin ziman zindî bikin û li hemû qadên jiyanê bê axaftin. Armanca me ev e. Ji bo vê pêdivî bi çi hebe lêkolîn tê kirin û li gor lêkolînan jî bernamê tên avakirin.”
‘Ji bo ziman me komxebatek daniye pêşiya xwe’
Serkan Goksu da zanîn ku di pêşerojê de xebateke wan a li ser komxebata zimanê Kurdî heye û wiha got: “Di 7ê Hezîranê de em ê komxebatekê li darbixînin. Armanca komxebatê perwerdehî û statuya zimanê Kurdî ye. Di vê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji bo çareseriyek pêk were divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Li ser nasîna Kurdan pêvajoyek tê meşandin. Ji bo nasînê çi pêwîst be divê mirov bi ziman ve bigire dest. Divê statuya zimanê Kurdî hebe. Ji bo wê jî divê ziman teqez bibe zimanê perwerdehiyê. Li ser vê esasê em ê komxebatekê li dar bixin. Niha em xebatên komxebatê dimeşînin. Ji bilî komxebatê jî xebatên me yên perwerdehiyê dê berdewam bikin. Li Enqereyê Şêxbizinî jî hene. Ji bo devoka wan jî xebatên me dê hebin.”
‘Divê em li ser statuya Kurdî û Kurdistanê bisekinin’
Serkan Goksu bal kişand ser 15ê Gulanê Cejna zimanê Kurdî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Îro bi daxwaza perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî em ê di seat 17.00an de çalakiyeke girseyî li pek bînin. Piştre jî di seat 19:00an de jî konserekê li darbixînin. Em ê bi van bernameyan Celadet Elî Bedîrxan û hemû kedkarên zimanê Kurdî bi bîr bînin. Em dixwazin hişmendiya ziman ava bikin. Rih bê laş nabe. Laşê me jî Kurdistan e. Lê ji bo ku laş li ser pêyan bisekinê pêdivî bi xwînê heye. Xwîn jî ziman e. Dixwazin Kurdan bê laş bihêlin. Berê digotin Kurd tune ne. Niha dibêjin Kurd hene lê Kurdistan tune ye, Kurdî tune ye. Bi vê yekê re dixwazin me weke ruhekî bêlaş bihêlin. Niha jî divê em li ser statuya Kurdistan û Kurdî bisekinin. Divê Kurdî li hemû qadên jiyanê bê axaftin. Pêvajo dê çawa encam bigire ne diyar e. Lê vê pêvajoyê ji me re derfetên xebatê jî ava kirine. Divê em jî li ser van derfetan xebatên xwe pêşbixînin û bi tenê bendêmayina encamê nesekinin. Divê malbat zimanê Kurdî fêrî zarokên xwe bikinfêr bikin û hişmendiyeke Kurdî bidin ava kirin. Em Kurd in û zimanê me jî Kurdî ye û divê em bi zimanê xwe biaxivin. Tevgera Azadiya Kurdistanê gelek tişt bi destxistine lê li gor qadên din di Kurdî de pêşketinek zêde tune ye. Ew rexne ji bo me hemûyan e. Ji bo wê kesên pêşengiyê dikin û di nava civakê de bin divê bi zimanê Kurdî biaxivin.”














