• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
24 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    DEM Partî ji bo Mitînga Azadiyê li qadan e

    DEM Partî ji bo Mitînga Azadiyê li qadan e

    Keskîn Bayindir li Wanê di nava gel de ye: Niyeta me çareserkirina bi rêya yasa û qanûnan e

    Keskîn Bayindir li Wanê di nava gel de ye: Niyeta me çareserkirina bi rêya yasa û qanûnan e

    Cîhan Denîz û Husnu Ablay li ser gorên xwe hatin bibîranîn

    Cîhan Denîz û Husnu Ablay li ser gorên xwe hatin bibîranîn

    14 komeleyên herêmî ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ banga tevlibûnê kirin

    14 komeleyên herêmî ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ banga tevlibûnê kirin

    DFGê Bayram Balci bi bîr anî: Têkoşîna wî dê her tim bijî

    DFGê Bayram Balci bi bîr anî: Têkoşîna wî dê her tim bijî

    Kedkarê Çapameniya Azad Bayram Balci: Ji sala 1991î ve tu carî pênûsa heqîqetê nedanî

    Kedkarê Çapameniya Azad Bayram Balci: Ji sala 1991î ve tu carî pênûsa heqîqetê nedanî

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Tulay Hatîmogûllari: Dora berpirsyariyê êdî ya dewletê ye

Enqere / AW

29 NÎSAN 2025 - 15:24
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûlari anî ziman ku dora berpirsyariyê êdî ya dewletê ye û got: “Em li bendê ne ku li gorî vê berpirsyariyê tevbigerin. Ji bo çareseriya demokratîk divê îradeya siyasî bê nîşandan.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari li civîna koma partiya xwe ya li Meclisê axivî.

Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya endame Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û got: “Me hêviya xwe ji dest neda, em ê ji dest nedin.”

Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” re ku 27ê Sibatê eşkere kir demeke nû da destpêkirin û wiha got: “Ev bang banga ji bo mezinkirina nan, aştî û demokrasiyê ye. Aştî ji bo kedkaran bi qasî nan girîng e. Di demên aştiyê de têkoşîna ji bo nan hîn bi bandor û encamgir e. Civaka demokratîk misogeriya jiyana bindest û karkeran e.”

Tulay Hatîmogûllari bang li kedkar û gelan kir ku di 1ê Gulanê de dakevin qadan.

Tulay Hatîmogûllari Konferansa Yekrêziya Kurd a li Rojava ku di 26ê Nîsanê de li hev kom bû silav kir û got: “Biryarên di konferansê de hatin wergirtin di serî de gelêw Kurd ji bo gelên Sûriye û Rojhilata Navîn em hêvîdar in wê aştiyê bînin.”

‘Em li benda dewletê ne ku bi berpirsiyarî tevbigere’ 

Tulay Hatîmogûllari wiha axivî: “Werin em aştiyê bi hiqûqê ava bikin, bi demokrasiyê bi heybet bikin û diyarî paşeroja vî welatî bikin. Hefteya derbasbûyî heyeta me bi Wezîrê Edaletê re hevdîtineke girîng kir. Bawer bikin piştî vê hevdîtinê her hevalên me yên wekîl, serokwekîlên kmoa me, hevserokên me, her roj bi dehan telefon wergirtin. Dipirsin ‘Wê çi bibe? Gelo di paketa dadgeriyê de wê çi bibe? Gelo wê zarokên me bikevin ber?’ Em gelekî li pirsên bi vî rengî rast tên. Bendewariya civakê gelekî mezin e.

Heyeta me di vê hevdîtinê de ji bo avakirina zemîna aştî û çareseriyê pêşniyarên partiya me, bendewariyên gelê me bi şênberî ragihand. Di serî de azadiya kar û ragihandinê ya Birêz Abdullah Ocalan têkildarî gavên divê bêne avêtin êdî berpirsyarî ya desthilatdariyê ye. Em li bendê ne ku li gorî vê berpirsyariyê tevbigerin. Ji bo çareseriya demokratîk divê îradeyeke siyasî bê nîşandan.”

Etîket: DEM PartîTulay Hatimogullari
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Partî ji bo Leyla Cuma Îbrahîmê serî li ÎHÎKê dan

DEM Partî ji bo Leyla Cuma Îbrahîmê serî li ÎHÎKê dan

23 HEZÎRAN 2026
‘Em ji bo mitînga 4ê Çile seferber bibin’

Rêveberên DEM Partiya Sêrtê: Werin em bi hev re Rêberê Gelê Kurd azad bikin

22 HEZÎRAN 2026
Zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

Zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

21 HEZÎRAN 2026
‘Werin em azadiya birêz Ocalan pêk bînin’

‘Werin em azadiya birêz Ocalan pêk bînin’

21 HEZÎRAN 2026
Mahfuz Guleryuz: Dibêjin beriya batlaneyê çerçove qanûn dê were rojeva meclise

Mahfuz Guleryuz: Dibêjin beriya batlaneyê çerçove qanûn dê were rojeva meclise

21 HEZÎRAN 2026
Ji bo Denîz Poyraz mewlûd hat dayîn

Ji bo Denîz Poyraz mewlûd hat dayîn

18 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Dosye – 2: Yên li derveyî komarê hatine hiştin Ji sirgûniyê ber bi tunekirinê ve: Dijminatiya Komarê ya li dijî Çerkezan

    Dosye – 2: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Ji sirgûniyê ber bi tunekirinê ve: Dijminatiya Komarê ya li dijî Çerkezan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partî ji bo Leyla Cuma Îbrahîmê serî li ÎHÎKê dan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger û nivîskar Bayram Balci koça dawî kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kedkarê Çapameniya Azad Bayram Balci: Ji sala 1991î ve tu carî pênûsa heqîqetê nedanî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Swîsre dê penaberê siyasî Ahmet Tabû radestî Tirkiyeyê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Armanca me avakirina helwestek li dijî bişaftinê ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş: Ez ê daxwaza hevdîtinê ya Kiliçdaroglu red bikim

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê banga mitînga ‘azadiyê’: Em bi yek dilî banga azadiyê bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 23yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (643)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne