• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
12 MIJDAR 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Di ‘Roja Çandina Daran’ de dar birîn!

    Di ‘Roja Çandina Daran’ de dar birîn!

    Li Îranê ji serê sala 2025an ve hezar û 365 kes hatine darvekirin

    Li Îranê ji serê sala 2025an ve hezar û 365 kes hatine darvekirin

    ROJEVA 09ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 12ê MIJDARA 2025AN

    Li Geverê polîsên trafîkê ciwanek derb kir

    Li Geverê polîsên trafîkê ciwanek derb kir

    Kurtulmuş û kordînatorên partiyên siyasî dest bi civînê kirin

    Civîna komîsyonê careke din hat taloqkirin

    Salîh Mûslîm: Tirkiye peymana 10ê adarê qebûl kiriye

    Salîh Mûslîm: Tirkiye peymana 10ê adarê qebûl kiriye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Di ‘Roja Çandina Daran’ de dar birîn!

    Di ‘Roja Çandina Daran’ de dar birîn!

    Li Îranê ji serê sala 2025an ve hezar û 365 kes hatine darvekirin

    Li Îranê ji serê sala 2025an ve hezar û 365 kes hatine darvekirin

    ROJEVA 09ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 12ê MIJDARA 2025AN

    Li Geverê polîsên trafîkê ciwanek derb kir

    Li Geverê polîsên trafîkê ciwanek derb kir

    Kurtulmuş û kordînatorên partiyên siyasî dest bi civînê kirin

    Civîna komîsyonê careke din hat taloqkirin

    Salîh Mûslîm: Tirkiye peymana 10ê adarê qebûl kiriye

    Salîh Mûslîm: Tirkiye peymana 10ê adarê qebûl kiriye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Di 12 salên dawî de komkujiya zarok û ciwanan

Mehmet Alî Ertaş /AW

3 GULAN 2025 - 01:04
Kategorî: ABORÎ, MANŞET, ROJANE
A A

Li Tirkiyeyê qeyrana aborî dibe sedem ku ciwan di karên giran de bixebitin. Ciwanên di kar de dixebitin gelek ji wan dibin kurbana kar. Li gorî daneyên 12 salan 2 hezar û 664 karkerên ciwan mirin.

Her ku qeyrana aborî kûr dibe hejmara karkeran jî zêde dibe. Li aliyekî bi keda erzan dixebitin û li aliyê din hejmara zarokên karker jî zêde dibe. Ev jî dibe sedem ku gelek zarok di kar de bimirin. Di 12 salên dawî de mirina 742 karkerên zarok nîşana qeyrana aborî ye.

Li Tirkiyeyê komkujiya veşarî ku li demê û bajaran belav bûye heye. Her sal bi hezaran karkerên jin, ciwan û zarok di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin. Lê ne nûçe li ser van karkeran tên çêkirin û ne jî der barê kuştina van karkeran de lêpirsîn û doz tê vekirin. Malbatên gelek karkeran wekî ku qeza pêk hatibe digirin dest û wekî qeder pênase dikin. Gelek malbatên dozê vedikin jî encamê bi dest naxin. Dema em li daneyên Melisa Ewlehiya Karkeran û Tenduristiya Kar (ÎSÎGM) binerin, bi hêsanî tê dîtin ku komkujiyek çawa li ser karkerên zarok, ciwan, jin, kal û pîran heye.

Di 12 salên dawî yên serdema hikûmeta AKPê de zarok û ciwan bi komkujiyê re rû bi rû ne. Li gorî raporên ÎSÎGê di 12 salên dawî yên AKPê de 2 hezar û 664 karkerên ciwan û 742 karkerên zarok mirin.

Di 3 mehên ewil ên 2025an de 443 karker di qezayên kar de mirin. Ji van karkeran 14 karkerên zarok û 80 karkerên ciwan jiyana xwe ji dest dan. Dema em li daneyên 3 mehên dawî binerin;

Di meha Adarê de li Tirkiyeyê herî kêm 145 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Ji van karkeran herî kêm 6 zarok û 31 ciwan mirin.

Di meha sibatê de herî kêm 121 karkeran di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan. Ji van karkeran 3 zarok û 15 karkerên ciwan in.

Di meha çile de herî kêm 177 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Ji wan 5 zarok û 34 karkerên ciwan in.

Di 12 salan de 2 hezar û 664 karkerên ciwan mirin

Di 12 salên dawî de herî kêm 2 hezar û 664 karkerên ciwan di kar de jiyana xwe ji dest dan. Dema em li 12 salên dawî binerin dane wiha ne:

Di sala 2013an de herî kêm 193 karkerên ciwan,  di 2014an de herî kêm 226 karkerên ciwan, di 2015an de herî kêm 222 karkerên ciwan, di 2016an de herî kêm 233 karkerên ciwan, di 2017an de herî kêm 232 karkerên ciwan, di sala 2018an de herî kêm 225 karkerên ciwan, di sala 2019an de herî kêm 206 karkerên ciwan, di sala 2020î de herî kêm 202 karkerên ciwan, di 2021an de herî kêm 174 karkerên ciwan, di 2022an de herî kêm 252 karkerên ciwan, di sala 2023an de herî kêm 260 karkerên ciwan, di sala 2024an de herî kêm 239 karkerên ciwan bi giştî di navbera salên 2013-2024an de herî kêm 2 hezar û 664 karkerên ciwan jiyana xwe ji dest dan.

Di 12 salên dawî de 742 zarok mirin

Di 12 salên dawî de herî kêm 742 zarok û di 22 salên serdema hikûmeta AKPê de jî herî kêm 978 zarok di cînayetên kar de mirin.

Li gorî salan di 12 salên dawî de rêjeya zarokên ku di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan wiha ye: Di sala 2013an de herî kêm 59 zarokên karker, di sala 2014an de herî kêm 54 zarokên karker, di sala 2015an de herî kêm 63 zarokên karker, di sala 2016an de herî kêm 56 zarokên karker, di sala 2017an de herî kêm 60 zarokên karker, di sala 2018an de herî kêm 67 zarokên karker, di sala 2019an de herî kêm 67 zarokên karker, di sala 2020an de herî kêm 67 zarokên karker, di sala 2021an de herî kêm 62 zarokên karker, di sala 2022an de herî kêm 62 zarokên karker, di sala 2023an de herîe kêm 54 zarokên karker, di sala 2024an de herî kêm 71 zarokên karker bi giştî di 12 salên dawî de 742 zarokên karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.

Di 12 salan de 402 karkerên çandiniyê yên zarok mirin

Her sal di demsala biharê de karkerên çandiniyê berê xwe didin nava zeviyan û dest bi karê zeviyan dikin. Gelek malbat zevî zarokên xwe berê xwe didin bajarên dûr û ji sebê heta êvarî karên zeviyan dikin. Bi destpêka karê zeviyan mirina karên zeviyan jî zêde dibe. Li gorî daneyên ÎSÎGê di navebar salên 2013-2024an de herî kêm 2 hezar û 58 karkerên zeviyan di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan.  Ji van karkerên zeviyan herî kêm 402 kes zarok bûn.

Etîket: 12 salên dawîAKPciwanÎSÎGKarkerzarok
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Geverê polîsên trafîkê ciwanek derb kir

Li Geverê polîsên trafîkê ciwanek derb kir

11 MIJDAR 2025
Li Amedê yek jê zarok 6 ciwan hatin girtin

Li Amedê yek jê zarok 6 ciwan hatin girtin

24 COTMEH 2025
Li Wanê zarokek hat girtin

Li Wanê zarokek hat girtin

20 COTMEH 2025
Meşa ciwanan: Azadiya Rêber Apo mifteya aştî û çareseriyê ye

Meşa ciwanan: Azadiya Rêber Apo mifteya aştî û çareseriyê ye

18 COTMEH 2025
Ciwan ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Amedê dimeşin

Ciwan ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Amedê dimeşin

18 COTMEH 2025
Ciwanan kolan bi kolan gel vexwend meşa azadiyê

Ciwanan kolan bi kolan gel vexwend meşa azadiyê

15 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • MIJDAR 2025 (174)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne