• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ayşe Gokkan: Hêzdariya aştiyê ewlehiya hemû zindiyan e

    Vakfa Paul Grunînger: Ayşe Gokkan serbest berdin

    ROJEVA 09ê ÎLONA 2025an

    Tirkiye bi yekzimanî, 113 welat jî bi pirzimanî perwerde dikin

    ROJEVA 09ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 09ê ÎLONA 2025an

    Li Kîelê doza ciwanê kurd destpê dike

    Li Kîelê doza ciwanê kurd destpê dike

    Endamên HPG û YJA Starê li Amedê hatin bibîranîn 

    Endamên HPG û YJA Starê li Amedê hatin bibîranîn 

    Saziyên Ziman û Egîtîm-Sen: Mafê perwerdeyê ne mijara nîqaşan e!

    Saziyên Ziman û Egîtîm-Sen: Mafê perwerdeyê ne mijara nîqaşan e!

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ayşe Gokkan: Hêzdariya aştiyê ewlehiya hemû zindiyan e

    Vakfa Paul Grunînger: Ayşe Gokkan serbest berdin

    ROJEVA 09ê ÎLONA 2025an

    Tirkiye bi yekzimanî, 113 welat jî bi pirzimanî perwerde dikin

    ROJEVA 09ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 09ê ÎLONA 2025an

    Li Kîelê doza ciwanê kurd destpê dike

    Li Kîelê doza ciwanê kurd destpê dike

    Endamên HPG û YJA Starê li Amedê hatin bibîranîn 

    Endamên HPG û YJA Starê li Amedê hatin bibîranîn 

    Saziyên Ziman û Egîtîm-Sen: Mafê perwerdeyê ne mijara nîqaşan e!

    Saziyên Ziman û Egîtîm-Sen: Mafê perwerdeyê ne mijara nîqaşan e!

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Nûnerên têkoşîna hevpar a gelan: Denîz, Yusuf û Huseyîn

Navenda Nûçeyan /AW

5 GULAN 2025 - 10:08
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan ji bo azadî û yekitiya gelan tekoşînek hevpar armanc kir. Ji bo yekîtiya gelên Tirkiyeyê canê xwe feda kirin. Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan 53 sal berê di 6ê Gulanê de hatin darvekirin. Lê îro bi milyonan di şopa wan de dimeşin.

Sibê 6ê Gulane 53yemîn salvegera darvekirina Deniz Gezmiş û hevalên wî ye. Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan her sal li ser gorên xwe ji aliyên saziyên demokratîk û rêxistinên civakî ve têne bibîr anîn. Îsal jî dê bi girseyî bêne bîranîn û soza berdewamkirina têkoşîna wan bê dayîn.

Yek ji serokên herî girîng ên tevgera ciwanan ku piştî sala 1965an û pê ve li Tirkiyeyê pêşket Denîz Gezmîş e. Di heman demê de yek ji rêveber û sazumankarên Artêşa Rizgariya Gelê Tirkiyeyê (THKO) ye. Di salên 1968an de li Ewrûpa û li gelek deverên cîhanê pêleke şoreşgerî a ciwanan bilind bûbû û pergalên serdest yên dewletan dabû berxwe. Li gelek welatan ev pêla ciwanî kir ku pergal xwe ji nû ve reforme bikin û rê li ber mafên çîna bindest û gelan vekin. Li Tirkiyeyê jî pergala Komara Tirkiyeyê ku bingeha xwe ji Kemalîzmê digirt, ciwanên ku piraniya wan li zanîngeh û dibistanan xwe birêxistin kiribûn, bi çekan pêşwazî kirin. Piraniya wan di encama êrîşên Daîreya Şerê Taybet û Kontr Gerîlayê de hatin kuştin. Di nav wan de navên ku herî zêde derketin pêş jî Mahîr Çayan, Deniz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya û Ulaş Bardakçî bûn.

Di nava şoreşgerên 1968an de yên herî zêde derdikevin pêş Deniz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Hûseyîn Înan in. Ew jî di encama darizandinê de, hatin darvekirin. Generalê ku ew birin darvekirinê Alî Elverdî di axaftineke xwe de ev rastî wiha anîbû ziman: “Ev ciwan çawa têne perwerdekirin? Çawa ji destê dewletê derdikevin? Ev çi bawerî ye ku heta li ber bendê îdamê jî propagandeya Marksîzm û Lenîzmê dikin?”

Denîz Gezmiş û hevalên xwe wê demê li zanîngehan ciwanên zanîngehan bi rêxsitin dikirin û ji bo Tirkiyeyek demokratîk pêşengiya ciwanan dikir. Ku em berê xwe bidin çîroka jiyana Denîz Gezmîş, rastiya wê demê bêtir tê dîtin.

Denîz Gezmîş di 28ê sibata 1947an li Ayaşa navçeya Enqereyê ji dayik dibe. Ji ber ku ew zarokê malbatake mamoste ye, hîndekariya xwe ya seratayî û navîn li gelek bajaran, lîseyê jî li Stembolê dixwîne. Deniz Gezmiş, dê û bavê wî ji Erzîromê nin. Dayika wî ji navçeya Erzîromê Tortumê û Bavê jî ji navçeya Erzîromê Iliçaqê ye. Denîz Gezmîş, di sala 1966an de li Faqûlteya Huquqê ya Zanîngeha Stembolê dest bi xwendinê dike. Hîn di salên dibistana amadehiyê de çepgiriyê nas dike û di wan salan de xwe di nav çalakiyên demê de dibîne.

Di sala 1965an de dibe endamê Rêxistina Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TİP) ya Uskudarê. Cara pêşî di 31ê Tebaxa 1966an de di dema ku karkerên Şaredariya Çorumê ji Ankarayê dimeşin Stembolê û çelengeke reş datînin ber abîdeya Taksimê pişgtgiriya karkeran dike. Di dema xwepêşandana şermezarkirina rêveberên TURK-ÎŞê de tê binçavkirin. Paşê di bûyerên 19ê kanûna paşîn a 1967an de tê girtin û tevî du hevalên xwe derdikevin dadgehê û serbest tên berdan. Pişre di gelek xebatên siyasî û damezirandina saziyan de cîh digire.

Di meha Îlona 1968an de tevî hevalên xwe Cihan Alptekin, Mustafa Îlker Gurkan, Mustafa Lutfi Kiyici, Cevat Ercişli, M. Mehdi Beşpinar, Selahattin Okur, Saîm Kurul û Omer Erîm Suerkan Yekîtiya Xwendekarên Şoreşger damezirand. Di 28ê Kanûna 1968an de di dema hatina sefîrê Amerîkayê de li balafirgeha Yeşilkoyê xwepêşandan hatin lidarxistin û Denîz Gezmiş ji ber vê xwepêşandanê tê girtin û piştî demekê serbest tê berdan.

Di zanîngeha Stembolê de bi girseya xwendekaran li hemberî hêzên rastgir derketin. Ev çalakiya wî wekî hincet tê nîşandan û di 19ê Adarê de dîsa tê girtin û heta 3ê Nîsanê di zîndanê de dimîne. Piştre di 31ê Gulana sala 1969an de di çalakiyeke şermezariyê de ji xwendekarên fakûlteyê re pêşengtiyê dike. Di yek ji van çalakiyan de birîndar dibe. Der heqê wî de biryara giyabî derdikeve. Lê ew dîsa jî ji zîndanê direve û di dawiya meha hezîranê de diçe Filîstînê.

Heta meha îlonê li kampên gerîlla yên Filîstînê dimîne. Deniz Gezmiş, di gelek çalakiyên THKOyê de cih digire. Di 4 adara 1971ê de di çalakiya revandina Emerîkiyan de, piştî serbestberdana leşkeran li navçeya Sivas a bi navê Şarkişlayê li nehiya Gemerekê tê girtin. Di doza THKOê de ku di 16 Tîrmeha sala 1971ê de dest pê dike. Ji ber binpêkirina xala 146emîn a zagona Tirkan a Cezayê, di 9ê Îlona sala 1971ê de bi mirinê tê cezakirin. Di 6 Gulana sala 1972an de tevî hevalên xwe Yusuf Aslan û Huseyîn Înan tê dardekirin. Di ser darvekirina wan re 53 sal derbas dibe.

Her sal di salvegera wan de gelek partiyên siyasî û rêxsitinên civakî yên demokrasiyê diparêzin li ser gora Denîz, Yusuf û Huseyîn bernameyê bibîranînê li dar dixin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê Denîz Gezmîş, Yûsûf Arslan û Huseyîn Înan wekî pêşengên tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê pênase dikin. KCK destnîşan dike ku ev mîrate jî stratejiya têkoşîna hevpar a gelan û utopya jiyana azad, sosyalîst û demokratîk e.

Her sal partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên wekî KESK, DÎSK, TMMOB, Federasyona Bektaşî Elewî (ABF), Komeleyên Elewî yê Demokratîk (DAD), Federasyona 78an a Şoreşger, Partiya Şoreşger, EHP, EMEP, ESP, FKF, Halkevlerî, HDP, HDK, Federasyona Komeleyên Herêmê ya Kizilirmak, Kolektîfên Xwendekaran, Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD), SYKP û gelek rêxesitinên civakî ji bo bîranîna wan çalakiyan li dar dixin.

Etîket: Denîz GezmişHuseyîn înan
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Nûnerên saziyan Aslan, Înan û Gezmîş bi bîr anîn

Nûnerên saziyan Aslan, Înan û Gezmîş bi bîr anîn

6 GULAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (155)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne