• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ahmet Turk: Di şexsê Leyla Zana de heqaret li Kurdan hat kirin

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Leyla Zana sembola berxwedanê ye

    Pirtûkxaneya Berhemên Jinan a Sîma Semend li Ebexê hat vekirin

    Pirtûkxaneya Berhemên Jinan a Sîma Semend li Ebexê hat vekirin

    Platforma Ked û Demokrasiyê: Leyla Zana rûmeta me ye

    Platforma Ked û Demokrasiyê: Leyla Zana rûmeta me ye

    Eyşe Şan li ser gora xwe hate bîranîn 

    Eyşe Şan li ser gora xwe hate bîranîn 

    Heyeta Îmraliyê dê di 22ê mehê de bi Ozgur Ozel re hevdîtin bike

    Heyeta Îmraliyê dê di 22ê mehê de bi Ozgur Ozel re hevdîtin bike

    Li Bismilê Mafê Hêviyê xwestin

    Li Bismilê Mafê Hêviyê xwestin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Li Elmanyayê Zanîngeha Kurd tê avakirin

Navenda Nûçeyan / AW

7 GULAN 2025 - 14:00
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Ji bo Kurdên li Ewropayê gaveke dîrokî tê avêtin. Li derveyî cografya Kurdistanê yekem zanîngeha Kurd sala 2026an dest bi rêwîtiya xwe ya akademîk dike.

Li Elmanyayê zanîngehek Kurd tê vekirin. Li gorî nûçeya ANFê; karên damezrandinê li ser mijarên tîm, avakirina budçeyê, amadekirina bernameya dersê û xurtkirina binesaziya perwerdeyê têne meşandin. Di çarçoveya projeyê de ku heyeta damezrîner ava bûye, organên wê yên îdarî gihîştine asta herî dawî, tê xwestin ku zanîngeh di sala 2026an de dest bi hîndekariyê bike.

Serokê Deutsch-Kurdisches-Forum e.V. Dr. Yûnis Behram anî ziman ku ev hewldan tenê projeyeke hîndekariya bilind nîne, ji bo civaka Kurd a li Ewropayê serdemeke girîng a akademîk û çandî ye. Behram bi bîr xist ku fikrê li ser avakirina zanîngeha Kurd yekem car di salên Şoreşa Rojava de kete rojevê û got: “Wê demê gava ku dibistanên sereteyî yên ji perwerdeya Kurdî vebûn, malbatan gotin, ‘Zarokên me wê bi çi rengî zanîngehê bixwînin? Em îro di wê astê de ne ku bersivê bidin wê pirsê.”

Behram anî ziman ku destpêkê bi fikrê avakirinan ‘Enstîtuya Kurdolojiyê’ ya li Elmanyayê wan dest bi kar kir û bi demê re pêvajo veguherî zanîngeheke serbixwe, akademîsyen, dîplomat û siyasetmedarên Kurd û Elman piştgirî dan projeyê. Li gorî bernameya heyeta damezrîner zanîngeh wê heta dawiya sala 2026an amadekariyên wê biqedin û xwendekarên xwe yên destpêkê qebûl bike.

Zimanê perwerdeyê wê bi giranî Kurdî be; hem bi Kurmancî hem jî bi Soranî ders wê bê dayîn. Di bernameyên zanistiya civakî û endezyariyê de li gel Kurdî wê bi Elmanî û Îngilîzî jî ders bêne dayin. Zanîngeh plan dike ku ji bilî fakulteya tipê di çarçoveyeke berfireh de bernameyên lîsansê û lîsansa bilind pêşkêş bike. Bi taybetî beşên Kurdolojî, wêje, zanistên civak û endezyariyê li pêş in.

Proje ji bo xwendekarên ku li Rojava û Başûr bi dîplomasiya lîseyê ya Kurdî mezûn bûne wê bibe firsendeke nû. Xwendekar piştî serlêdana online û pêvajoya ezmûnan wê karibin dîplomayên xwe bi dest bixin ku li Elmanya û li ser asta navneteweyî derbasdar bin. Statuya zanîngehê wê di asta saziyên din ên hîndekariya bilind ên Elmanyayê de be; kalîteya akademîk jî wê li gorî pîvanên Elman be.

Yek ji armancên zanîngehê jî ew e ku di dema dirêj de Kurdiyeke akademîk a hevpar di navbera zaravayên Kurmancî û Soranî de ava bike.

Yûnis Behram got: “Ev zanîngeh ne tenê saziyeke perwerdeyê ye, wê ji bo ziman û nasnameya Kurd li Ewropayê bibe gaveke destpêkê ya sazîbûnê. Di navbera civaka Elman û civaka Kurd de wê hevkariya akademîk û çandî bê xurtkirin; Kurdî wê li qada cemaweriyê bê bikaranîn.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Ahmet Turk: Di şexsê Leyla Zana de heqaret li Kurdan hat kirin

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Leyla Zana sembola berxwedanê ye

18 KANÛN 2025
Pirtûkxaneya Berhemên Jinan a Sîma Semend li Ebexê hat vekirin

Pirtûkxaneya Berhemên Jinan a Sîma Semend li Ebexê hat vekirin

18 KANÛN 2025
Platforma Ked û Demokrasiyê: Leyla Zana rûmeta me ye

Platforma Ked û Demokrasiyê: Leyla Zana rûmeta me ye

18 KANÛN 2025
Eyşe Şan li ser gora xwe hate bîranîn 

Eyşe Şan li ser gora xwe hate bîranîn 

18 KANÛN 2025
Heyeta Îmraliyê dê di 22ê mehê de bi Ozgur Ozel re hevdîtin bike

Heyeta Îmraliyê dê di 22ê mehê de bi Ozgur Ozel re hevdîtin bike

18 KANÛN 2025
Li Bismilê Mafê Hêviyê xwestin

Li Bismilê Mafê Hêviyê xwestin

18 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (345)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne