21 Ode û Borsayên li bajarên bakurê Kurdistanê beriya hevdîtina Serokkomar Tayyîp Erdogan û Serokkomarê Iraqê banga pêşîlêvekirina bazirganiya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de kirin.
Serokkomarê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudanî sibê serdana Tirkiyeyê dike û dê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan re hevdîtinê pêk bîne. 21 Ode û Borsayên li bajarên bakurê Kurdistanê beriya hevdîtinê banga pêşîlêvekirina bazirganiya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de li Serokkomar Erdogan kirin. Ev bang bi îmzeya 21 Ode û Borsayan wek nameyek jî ji Erdogan re hat şandin.
21 Ode û Borsa di peyama xwe de bang li Serokkomar Erdogan kirin ku pêşî li ber bazirganiya navbera her du welatan were vekirin û bi taybetî di Deriyê Sînor ê Îbrahîm Halîl de pirsgirêkên heyî werin çareserkirin. Ode û Borsayan xwestin ku ev banga wan bibe rojeva hevdîtina her du serokkomaran û diyar kirin ku heke ev pirsgirêkên heyî yên li pêşiya aborî û bazirganiyê bên vekirin dê her du welat jî di warê aboriyê de bandorên xwe zêdetir bikin û herêm di warê refahê de bi hêz bibe.
Ode û Borsayên ku bangê îmze kirin e, ev in:
Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê, Odeya Bazirganî û Pîşeaziyê ya Batmanê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Şirnexê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Semsûrê, Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Dêrsimê, Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Cizîrê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê, Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Geverê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Erdîşê, Borseya Bazirganiyê ya Batmanê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Colemêrgê, Borseya Bazirganiyê ya Amedê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Qoserê, Borsaya Bazirganiyê ya Qoserê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Mêrdînê, Borseya Bazirganiyê ya Nisêbînê, Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Mûşê, Borseya Bazirganî ya Rihayê, Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Nisêbînê, Borseya Bazirganiyê ya Wanê, Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Rihayê,