Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (IFJ) ragihand ku di sala 2024an de 104 rojnamevan hatine kuştin.
Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (IFJ) bi wesîleya 10ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan rapora xwe ya der barê rojnamevanên di sala 2024an de hatin kuştin eşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku ji 1ê Çileyê ve heta niha 55 jê li Xezeyê bi tevahî 104 rojnamevan hatine kuştin. Di raporê de hat destnîşankirin ku divê Peymana Navneteweyî ya ji bo Parastina Rojnamevanan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve bê pejirandin.
Di raporê de hat ragihandin ku ji rojnamevanên hatine kuştin 12 jê jin in û di 2 salan de ji sedî 60 li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê pêk hatine. Di raporê de wiha hat gotin: “Ji roja 7ê Cotmeha 2023yan û vir ve şerê li Filistînê dest pê kir, heta niha herî kêm 138 rojnamevanên Filistînî hatin kuştin. Iraq û piştî wê Fîlîpîn û Meksîka ji bo rojnamevanan bûne yekem welatên herî xeternak.”