• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Wezîrê tenduristiyê yê Şamê serdana Hesekê kir

    Wezîrê tenduristiyê yê Şamê serdana Hesekê kir

    Li Wanê geşedanên dawî hatin nîqaşkirin

    Li Wanê geşedanên dawî hatin nîqaşkirin

    Nexweşxaneya Emelê nûçeya Rûdawê derewand

    Nexweşxaneya Emelê nûçeya Rûdawê derewand

    Bernameya 15ê Sibatê derket: Bakur dê ji bo Ocalan dakeve qadan

    Bernameya 15ê Sibatê derket: Bakur dê ji bo Ocalan dakeve qadan

    Rejîmê Îranî kiştişê 5 hezar çalakîkeran qebul kerdo

    Zext û êrişên rejîma Îranê berdewam in: Zêdeyî 7 hezar kes hatine kuştin

    ÎHD: Parastvana mafê mirovan Hatîce Onaranê tavile berdin

    ÎHD: Parastvana mafê mirovan Hatîce Onaranê tavile berdin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Wezîrê tenduristiyê yê Şamê serdana Hesekê kir

    Wezîrê tenduristiyê yê Şamê serdana Hesekê kir

    Li Wanê geşedanên dawî hatin nîqaşkirin

    Li Wanê geşedanên dawî hatin nîqaşkirin

    Nexweşxaneya Emelê nûçeya Rûdawê derewand

    Nexweşxaneya Emelê nûçeya Rûdawê derewand

    Bernameya 15ê Sibatê derket: Bakur dê ji bo Ocalan dakeve qadan

    Bernameya 15ê Sibatê derket: Bakur dê ji bo Ocalan dakeve qadan

    Rejîmê Îranî kiştişê 5 hezar çalakîkeran qebul kerdo

    Zext û êrişên rejîma Îranê berdewam in: Zêdeyî 7 hezar kes hatine kuştin

    ÎHD: Parastvana mafê mirovan Hatîce Onaranê tavile berdin

    ÎHD: Parastvana mafê mirovan Hatîce Onaranê tavile berdin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk deklerasyona xwe aşkere kir

11 GULAN 2025 - 11:27
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk (ÎYD) ku di 10-11ê Gulanê de civîna xwe li dar xist, encama civînê bi deklerasyonekê ji raya giştî re parve kir.

Nûnerên partiyên siyasî yên Kurdistanî, saziyên sivîl ên civakî, rûspî, oldar û bawermend, kesayet, parlamenter jî di nav de 301 delegeyên “Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk” li Amedê di 10-11ê Gulanê de civîna xwe pêk anîn. Civîn îro (11ê Gulanê) bi dawî bû. Piştî civînê deklerasyon bi daxuyaniya çapemeniyê ji raya giştî re parve kirin. Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê KCDê Berdan Ozturk, Hevserokê HDPê Cahît Kirkazak, hevşaredar, parlamenter, nûnerên saziyên sivîl ên civakî, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna deklerasyonê parlamenterên DEM Partiyê Mehmet Kamaç û Gulcan Kaçmaz Sayyîgît ên weke hevberdevkên înîsiyatîfê hatin hilbijartin xwendin. Kurdiya metne Mehmet Kamaç, tirkiya wê jî Gulcan Kaçmaz Sayyîgît xwend.

Metna deklarasyonê wiha ye:

“Gelên hêja, xebatkarên çapemeniyê yên rêzdar;

Em wekî partiyên siyasî yên Kurdistanî, rêxistinên civaka sivîl, pêşeng û kesayetiyên giranbuha yên gelê me, nûnerên hemû gel û baweriyên ku li ser axa Kurdistanê dijîn, radigihînin ku me ÎNÎSIYATÎFA YEKITIYA DEMOKRATÎK (ÎYD) ava kiriye û em vê yekê bi hemû raya giştî ya neteweyî û navneteweyî re parve dikin.

Gelên hêja, xebatkarên çapemeniyê yên rêzdar,

Tirkiye û Rojhilata Navîn di qonaxeke tevlihev û ji aliyê dîrokî ve gelekî girîng re derbas dibin. Bûyerên awarte yên ku diqewimin; dibin sedemên guherînên mezin ên civakî û di heman demê de derfetên dîrokî ji bo gelan diafirînin.
Pêşketinên wekî hilweşandina rejîma faşîst a Beasê li Sûriyeyê, nîşan didin ku serdemeke nû li Rojhilata Navîn dest pê kiriye. Bi giştî ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê û civakên baweriyê, bi taybetî jî ji bo gelê Kurd, ev rewşa nû, nîşaneyên metirsî û xeterên girîng didin; lê bi avabûna hevgirtina xurt a hemû gelan û civakên baweriyê û bi piştgiriya civaka navneteweyî, bingeheke xurt ji bo avakirina Sûriyeya Demokratîk hatiye avakirin.
Di vê çarçoveyê de, em konferansa Yekitî û Helwesta Hevbeş ku bi sebir, cesaret û biryardariya hemû rêxistinên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hatiye lidarxistin, wekî gaveke dîrokî û serkeftineke mezin dibînin. Em hemû rêxistin, rêber û saziyên li her çar parçeyên Kurdistanê ku ji bo vê konferansa ku rê ji yekitiya neteweyî re vekiriye xebitîne, pîroz dikin û spasiyên xwe yên ji dil pêşkêşî hemû kesên ku beşdar bûne dikin. Em bi biryardariyeke mezin bawer dikin û pabendiya xwe didin zanîn ku ev konferansa li Rojavayê Kurdistanê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatiye; dê bibe pêşeng ji bo pêşveçûna xebatên yekitiya neteweyî li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî.

Erdnîgariya Kurdistanê mozaîka civakan e

Gelên hêja,

Bi vê minasebetê em bi tundî şermezar dikin komkujiyên li dijî Elewî û Durziyan ku inkara rastiya pêkhateyî, etnîkî, bawerî û çandî ya pireng a Sûriyeyê dikin û xetereyên avakirina rejîmeke nû ya dîktatorî li ser bermahiyên dîktatoriya faşîst a Esed dihewînin.
Siyasetên cudaker ku ji sîstemên dagirker û mêrserweriyê ku dîroka wan vedigere sedsalan xwedî dibin; gel, bawerî, pêkhateyên etnîkî û civakî bi kûrahî hejandin; berê xwe dane çîna civakî ya me û gelên me dabeş kirine û li hemberî hev kirine dijmin. Dîroka têkoşîna sed salî ya gelên me, dîroka berxwedaneke ku armanca wê têkbirina vê dabeşbûnê û afirandina civakeke demokratîk, wekhev û azadîxwaz e.
Erdnîgariya Kurdistanê; bi pêkhateyên xwe yên pirnasname, pirbawerî û olî, pirçandî, mînakeke dewlemend a mozaîkeke civakî temsîl dike. Parastina vê dewlemendiya dîrokî û vî mîrasî, tevlêkirina wê bi çanda jiyana hevbeş ya bi civaka demokratîk; erkeke hevbeş û berpirsiyariyeke hemû nifşan e.
ÎNÎSIYATÎFA YEKITIYA DEMOKRATÎK; bi hişmendiya vê rastiyê, wekî platformeke civaka sivîl ku armanca wê yekitiya hemû gel, bawerî û çandên li Kurdistanê û avakirina jiyana demokratîk e, hatiye şêwaz dayîn. Ev înîsiyatîf ku çareseriya dadmend, wekhev û demokratîk a pirsgirêka Kurdî; di heman demê de demokratîkbûna Tirkiyeyê jî pêşwext digire, bi armanca beşdarkirina vê têkoşînê ji eniya civaka sivîl ve dest bi rê kiriye.

Xebatên ku zêdetirî salekê ye tên meşandin û pêşketinên herêmî; hevdîtinên bi Birêz Abdullah Ocalan re û daxuyaniyên ku ji raya giştî re hatine dayîn, hêviyên çareseriyê bi awayekî cidî zêde kirine. Garantiya bingehîn a pêkhatina van hêviyan, avakirina civaka demokratîk bi rengekî rêxistinî ye. Ruha demê û berpirsiyariya siyasî, vê erkê dîrokî dispêre hemû beşên civakê yên wekî kesên welatparêz, demokrat, karker, cotkar, ciwan, jin û her wekî din.
Em girîngiya dîrokî ya bangawaziya aştî û civaka demokratîk a ku Birêz Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdî pêşkêş kiriye gelekî zelal dibînin. Em piştgiriyê didin vê bangawazî û pêvajoyê û radigihînin ku em ê ji bo avakirina civakeke demokratîk û rêxistinî têbikoşin.
Rêya yekane ya serkeftina nîqaş, hevdîtin û nirxandinên berdewam ên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdî; ji derbasbûna civakîkirina îradeya rêxistineke xurt, yekitî û hevgirtinê derbas dibe. ÎNÎSIYATÎFA YEKITIYA DEMOKRATÎK, wekî derbirîna berbiçav a vê îradeyê derketiye holê.
Çareseriyeke rasteqîn, dadmend, wekhev û mayînde; tenê bi pêkhateyan pêkan e ku hetanî hemû damarên civakê rêxistinî bûne, haydar bûne û bi têgihîştineke hevpar tevdigerin. Em bi dil ve girêdayî vê qanûna civakî ne û diyar dikin ku em têgihîştina “Civaka demokratîk tê wateya rêxistinbûnê” neqandine hundir.
Çavkaniya bingehîn a me di destpêka vê rêyê de; qezenca têkoşîna dîrokî, ezmûnên pratîk û encamên zanistî yên ku gelê me ji van pêvajoyan derxistine, ne. Ev çavkanî, dê di rêya pêkanîna yekitiya rêxistinî ya hemû sazî û dînamîkên gelên me de, bibe piştgiriyeke me ya herî xurt.

Ji bo jiyaneke demokratîk û azad têdikoşe 
Gelên hêja,
ÎNÎSIYATÎFA YEKITIYA DEMOKRATÎK; parêzvaniya mafên hemû beşên civakê yên ku hatine înkarkirin, dagîrkirin û rastî neheqiyan hatine, digire ser xwe. Bi nîşandana helwesteke zelal li dijî her cûre zext, asîmîlasyon û kiryarên nedemoktratîk, armanc dike ku ji bo avakirina jiyaneke demokratîk û azad têbikoşe.

? Têdikoşe ku her astengeke li pêşiya pêşketina serbestane ya zimanê dayikê, çand û baweriyê were rakirin. Parastina mafê perwerde û fêrbûna bi zimanê dayikê di serî de, berevaniyê dike ku hemû ziman û çand bikaribin di hemû qadên jiyanê de hebin. Piştgiriyê dide xebatên çand û hunerî yên bi zimanê dayikê.

? Li dijî dagîrkeriyê radiweste; bi hevahengî bi rêxistinên kedê re xebatan dimeşîne ku hemû kedkar û beşên civakê bigihêjin standardeke dadmend a jiyanê.

? Li dijî xisarên li ser xwezayê û wêrankirina ekolojiyê têdikoşe; xwezayê û jiyana ekolojîk diparêze.

? Siyasetên xirabkirina ciwan û jinan wekî tehdîdeke cidî ya li dijî hebûna me ya civakî dibîne; li dijî van tehdîdan, bi pêşengiya jin û ciwanan, bi hemû beşên civakê re têkoşîneke hevpar dimeşîne.

? Wekheviya jin û mêran wekî rêbaza bingehîn qebûl dike; têkoşîna li dijî cudakariya zayendî û tundiyê wekî berpirsiyariyeke pêşwext dibîne.

? Pirsgirêkên ku kesên xwedî astengî dijîn wekî mijarek girîng a civakî qebûl dike; ji bo çareseriyê bi rêxistinên kesan xwedî astengî re xebatên hevbeş dimeşîne.

? Pirsgirêka Kurdî; wekî pirsgirêkeke azadî, demokrasî û statuyê dinirxîne û diparêze ku çareseriya wê, bi rêkûpêkên qanûnî û destûrî û bi xurtkirina demokrasiya herêmî pêkan e.

? Di ronahiya pêşketinên heyî yên Rojhilata Navîn de, armanc dike ku şiyana tevgera hevpar a gelê Kurd xurt bike.
? Di çarçoveya belgeyên gerdûnî yên mafên mirovan de; bingeha xwe dispêre parastina mafên takekesî û hevpar, bi biryardarî xebatên xwe didomîne ji bo ku têkoşîna azadî û wekheviyê li ser zemîneke mayînde bihewîne.

Ji bo armancê piştgiriyeke xurt divê 

Gelên hêja,
Em bi taybetî dixwazin diyar bikin ku ev Înîsiyatîfa Yekitiyê ku me bi hişmendî, xwezî, bawerî û biryardariya ji bo welateke demokratîk û azad ku tê de wekhevî, dadmendî, hiqûqa biratiyê, azadiya rêxistinbûn û derbirînê, aştî bi ewlehiyên qanûnî û destûrî hatine misogerkirin pêk aniye; wekî encama hêvî, xwezî û daxwazên hemû gelên, çand û civakên baweriyê yên Kurdistanê hatiye jiyanîkirin.
Sedemên avabûnê, armanc û hedefên Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk; bi daxwaz û hêviyên gelê me re hevgirtî ne, nîşanderê wê rewşê ne ku van daxwazan rengekî rêxistinî û sazimanî wergirtine.
Ji ber vê yekê, serkeftina Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk; girêdayî ye ku di rêya armancên diyarkirî de toreke xurt a têkoşîn û xebatê were avakirin û hemû beşên civaka me vê înîsiyatîfê qebûl bike û di asta herî bilind de piştgirî û beşdariyên xwe pêşkêş bike.
Têkiliya me bi partiyên din ên Kurdistanî yên ku di nava Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk de cih nagirin, ji bo yekitiyê wê bidome. Di vê çarçoveyê de em baweriya xwe ya xurt bi raya giştî re parve dikin ku hemû beşên me yên civakî, sazî, raya giştî, civakên bawerî û çandî dê piştgiriyê bidin Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk.
Di vê çarçoveyê de em bang dikin li hemû beşên civaka xwe, saziyên xwe, pêşengên xwe yên hêja, civakên bawerî, olî û çandê yên xwe ku piştgiriyê bidin Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk.”

 

Etîket: Înisiyatifa Yekîtiya DemokratîkKurdKurdistanRojhilata Navîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bernameya 15ê Sibatê derket: Bakur dê ji bo Ocalan dakeve qadan

Bernameya 15ê Sibatê derket: Bakur dê ji bo Ocalan dakeve qadan

13 SIBAT 2026
Çaglar Demîrel: Hûnandina keziyan hilweşandina hişmendiya koletiyê ye

Çaglar Demîrel: Hûnandina keziyan hilweşandina hişmendiya koletiyê ye

13 SIBAT 2026
Koçberên Efrînê daxwaza vegera axa xwe dikin

Koçberên Efrînê daxwaza vegera axa xwe dikin

13 SIBAT 2026
UNICEF û WFPê li Kobanê lêkolîn kirin

UNICEF û WFPê li Kobanê lêkolîn kirin

12 SIBAT 2026
Serokê KON-MEDê Gok: Meşa Strasbourgê peyamek ji bo Ewropayê ye

Serokê KON-MEDê Gok: Meşa Strasbourgê peyamek ji bo Ewropayê ye

12 SIBAT 2026
‘Nêzî 200 hezar kesî koçî Kobaniyê kir’

‘Nêzî 200 hezar kesî koçî Kobaniyê kir’

12 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (488)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne