• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
12 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Civîna 9emîn a Komîsyona Meclîse dest pê kir

    Civîna 9emîn a Komîsyona Meclîse dest pê kir

    ‘Şeva Çaran’ îşev tê weşandin

    ‘Şeva Çaran’ îşev tê weşandin

    Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin

    Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin

    Akademiya Jînan tê vekirin

    Akademiya Jînan tê vekirin

    Hacî Ozkal: Divê dewlet nasnameya Kurdan nas bike

    Hacî Ozkal: Divê dewlet nasnameya Kurdan nas bike

    Heval Dilbihar: Heta ku zimanê Kurdî azad nebe aştiyeke civakî pêk nayê

    Heval Dilbihar: Heta ku zimanê Kurdî azad nebe aştiyeke civakî pêk nayê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Civîna 9emîn a Komîsyona Meclîse dest pê kir

    Civîna 9emîn a Komîsyona Meclîse dest pê kir

    ‘Şeva Çaran’ îşev tê weşandin

    ‘Şeva Çaran’ îşev tê weşandin

    Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin

    Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin

    Akademiya Jînan tê vekirin

    Akademiya Jînan tê vekirin

    Hacî Ozkal: Divê dewlet nasnameya Kurdan nas bike

    Hacî Ozkal: Divê dewlet nasnameya Kurdan nas bike

    Heval Dilbihar: Heta ku zimanê Kurdî azad nebe aştiyeke civakî pêk nayê

    Heval Dilbihar: Heta ku zimanê Kurdî azad nebe aştiyeke civakî pêk nayê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Werin em li Qada Şêx Seîd xwedî li pêşengên xwe derkevin’

Omer Demîr / AW

17 GULAN 2025 - 09:38
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Bi pêşengiya MEBYA-DER, DEM Partî û DBPê dê ji damezrînerên PKKê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn dê li Meydana Şêx Seîd a li Amedê werin bibîranîn. Saziyên navborî banga beşdariya bîranînê li gel kirin.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku di encamnameya xwe ya kongreya 12emîn de eşkere kiribû ku ji pêşeng û damezrînerên wan Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn jiyana xwe ji dest dan e. Kaytan di 3yê Tîrmeha 2018an de û Altûn di 25ê Îlona 2019an de jiyana xwe dest dan e.

Piştî şehadeta wan li gelek bajaran bernameyên bîranînê hatin lidarxistin û tên lidarxistin. Sibê jî wê bi pêşengiya DEM Partî, DBP û MEBYA-DERê dê li Meydana Şêx Seîd a Amedê ji bo her du pêşengan bernameya bîranînê were lidarxistin. Rêveberên saziyan banga beşdariya bîranînê li gelê Amedê kirin.

‘Em bang li gelê Kurd dikin bi girseyî werin bîranînê’

Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de bangek dîrokî kir û wiha axivî: “Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKKê kongereya xwe li dar xist. 12ê Gulanê daxuyanî da û encamê danezana kongreya xwe ya 12emîn eşkere kir. Di wê daxuyaniyê de şehadeta du pêşengên doza gelê Kurd rêzdar Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hat eşkerekirin. Li tevahiya Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo her du şehîdan bîranîn tên lidarxistin. Li Amedê jî 18ê Gulanê li Qada Şex Seîd di seat sisêyan de bîranîn dê werê lidarxistin. Her du pêşengên PKK ji bo azadiya gelê Kurd 50 sal in têkoşiyan di dawiyê de canê xwe feda kirin. Pêwist e gelê Kurd û dostên gelê Kurd her du pêşengan ji bîr nekin. Ji bo vê bangawaziya me li gelê me ye ku 18ê Gulanê li Qada Şex Seîd her du pêşengan bi bîr bînin û peywîra xwe bi girseyî pêk bînin.”

‘Em xwedî li rûmet û şehîdên xwe derkevin’

Hevserokê DBPa Amedê Ahmet Dogan jî diyar kir ku her du pêşeng ev 52 sal in hevrêyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn û got: “Her du pêşeng ji bo gel her tiştî kirin di dawiyê de jî canê xwe dan. Em ê di şexsê her du cangoriyan de tevahiya şêhidan bi bîr bînin. Banga me ji gelê Kurd û Kurdistanê ev e ku xwedî li rûmet û şêhîdên xwe derkevin. Îro em xebatek didin meşandin, tevahiya gelê xwe di 18ê Gulanê de dawetî Qada Şex Seîd dikin.”

‘Divê em Qada Şex Seîd tijê bikin’

Rêvebera MEBYA-DERê Menîce Yenî jî da zanîn ku ew ê di 18ê Gulanê de li Qada Şex Seîd xwedî li pêşengên gelê Kurd derkevin û wiha axivî: “Divê tevahiya gelê me were bîranîna her du pêşengan û xwedî li pêşengên xwe derkeve. Her du pêşeng ji bo gelê Kurd jiyana xwe feda kirin. Hebûn û tunebûna me bi xwedî derketina van şêhidan de dê derkeve holê. Divê em Qada Şex Seîd tijê bikin.”

‘Em xwedî li keda wan derkevin’

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer jî destnîşan kir ku ew ê xwedî li pêşengên xwe derkevin û got: “Em ê di şexse her du hevalan de li tevahiya şêhidên Kurdistanê xwedî derkevin, em bang dikin ku divê gelê Amedê were Qada Şex Seîd û xwedî li ked û têkoşîna hevalan derkeve.”

Etîket: alî haydar kaytanRiza Altûn
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Amarayê şahiya gel

Li Amarayê şahiya gel

6 TEBAX 2025
Keyeyanê Kaytan û Altûnî ra mesajê spasî

Malbatên Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn peyama spasiyê dan

22 GULAN 2025
‘Em dixwazin demildest aştî pêk were’

‘Em dixwazin demildest aştî pêk were’

19 GULAN 2025
Ji bo Kaytan û Altun lênûska bîranînê

Ji bo Kaytan û Altun lênûska bîranînê

19 GULAN 2025
Kaytan û Altûn li Amedê hatin bibîranîn: Pîrên Kurdistanê nemir in

Kaytan û Altûn li Amedê hatin bibîranîn: Pîrên Kurdistanê nemir in

18 GULAN 2025
Kaytan û Altûn li Torontoyê hatin bîranîn

Kaytan û Altûn li Torontoyê hatin bîranîn

18 GULAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (203)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne