• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
03 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Asayîş û hikûmeta demkî ji bo deriyê Sêmalka civiyan

    Asayîş û hikûmeta demkî ji bo deriyê Sêmalka civiyan

    R.Ş a ku ji ber parvekirinên Rojava hatibû girtin hat berdan

    R.Ş a ku ji ber parvekirinên Rojava hatibû girtin hat berdan

    Civîna Konseya Pisporan a Îranê hate bombebarankirin

    Civîna Konseya Pisporan a Îranê hate bombebarankirin

    Li Sêrtê jinan tax bi tax belavok belav kirin

    Li Sêrtê jinan tax bi tax belavok belav kirin

    Heyeta Îmraliyê dê bi wazîrên dadê û hundirîn re hevdîtinê bikin

    Heyeta Îmraliyê dê bi wazîrên dadê û hundirîn re hevdîtinê bikin

    Egîtîm Senê kuştina mamoste Çelîkê şermezar kir: Bila berpirsyar hesabê bidin

    Egîtîm Senê kuştina mamoste Çelîkê şermezar kir: Bila berpirsyar hesabê bidin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Jinan ji NYê xwestin ku komkujiyan rawestînin

11 KANÛN 2024 - 22:06
Kategorî: CÎHAN
A A
Jinên Kurd li dijî êrîşên Tirkiyeye û çeteyên xwe dispêrin wê, bang li NYê kirin û xwestin li dijî sûcên şer û mirovahiyê demildest tedbîran bigirin.

Çalakiya rûniştinê ya ku her roja Çarşemê li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin, vê hefteyê endamên Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) birêve birin. Çalakî ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Rojava bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di çalakiyê de êrîşên Tirkiyeyê û çeteyên ku xwe dispêrin wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin. Berdevka YJK-Sê Selma Surer di çalakiyê de mafê axaftinê girt û bal kişand ser hevdîtinên ku di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li NYê dewam dike. Surer anî ziman ku dema jin û zarokên Kurd di bin êrîşên çeteyên bi piştgiriya Tirkiyeyê de ne, cîhan li hemberî vê bêdeng e û got: “Em ji vir bang dikin, jinên Kurd ku şer dikin û bedena xwe sîper dikin ne bi tenê ne. Çima dema mijar dibe gelê Kurd û Rojhilata Navîn hûn bêdeng in?”

Li ser navê Jinan Antina Martin daxuyanî xwend û bi Fransî xwend, bang li civaka navneteweyî bi taybet NYê kir ku ji bo Sûriyeya demokratîk xweseriya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê nas bikin.

Sekreterê Partiya Sosyalîstên Swîsreyê (SP) Halîma Delimi jî berxwedana Rojava silav kir û piştevaniyê da. Li ser navê Tora Serhildan a Enternasyonalîstan Anne Cloud jî diyar kir ku ew ê bi her şertê Şoreşa Rojava biparêzin.

Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk Dîlan Çetînkaya mafê axaftinê girt. Çetînkaya berxwedana jinên Rojava silav kir û got: “Dixwazin careke din gelê Rojava rûbirûyê komkujiyan re bihêlin. Di van êrîşan de Şoreşa Jinê ya Rojava hedef hatiye girtin. Erka bingehîn a NYê ye ku li dijî êrîşan demildest bi rêya guftûgoyê çareseriyê bibîne. Em ê weke jinên Kurd tu carî dev ji Şoreşa Rojava neberdin.”

Çalakiya jinan bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Asayîş û hikûmeta demkî ji bo deriyê Sêmalka civiyan

Asayîş û hikûmeta demkî ji bo deriyê Sêmalka civiyan

3 ADAR 2026
R.Ş a ku ji ber parvekirinên Rojava hatibû girtin hat berdan

R.Ş a ku ji ber parvekirinên Rojava hatibû girtin hat berdan

3 ADAR 2026
Civîna Konseya Pisporan a Îranê hate bombebarankirin

Civîna Konseya Pisporan a Îranê hate bombebarankirin

3 ADAR 2026
Li Sêrtê jinan tax bi tax belavok belav kirin

Li Sêrtê jinan tax bi tax belavok belav kirin

3 ADAR 2026
Heyeta Îmraliyê dê bi wazîrên dadê û hundirîn re hevdîtinê bikin

Heyeta Îmraliyê dê bi wazîrên dadê û hundirîn re hevdîtinê bikin

3 ADAR 2026
Îranê deriyên sînor ji bazirganiya xurek û berhemên çandiniyê re girt

Îranê deriyên sînor ji bazirganiya xurek û berhemên çandiniyê re girt

3 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Sema Çaglak: Cil û bergên me nasname, çand û hebûna me ye

    Sema Çaglak: Cil û bergên me nasname, çand û hebûna me ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan rapora Komîsyonê nirxand: Ne encam lê destpêka rêyek nû ye, tişta esas têkoşîn e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şerê Îran û Îsraîlê di roja 4yemîn de ye: Êrişên hevdem, moşekên nû, Hurmiz û nîqaşa şerê bejahî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Gimgimê panela ziman: Heta em bi zimanê xwe neaxivin wê talûke bidome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bahçelî: Banga 27ê Sibatê baştir hat fêmkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 27ê Sibatê heta Îro: Mudaxeleya Ocalan a Sûrî û nêrînên wî yên li ser qeyrana Rojhilata Navîn – 7

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Axîos: Washington rola Kurdan di qonaxa nû de dinirxîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tirkiye biryarên DMMEyê nas nake 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 3yê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (112)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne