• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin li Kerkûkê ye

    Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin li Kerkûkê ye

    Endamekî Hêzên Parêzvanên Niştîmanî ya Siwêdayê birîndar bû

    Endamekî Hêzên Parêzvanên Niştîmanî ya Siwêdayê birîndar bû

    Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

    Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

    Ji bo vegera efrîniyan amadekariyên dawîn tên kirin

    Li Efrînê desteserkirina erd û milkên Kurdan didome

    ROJEVA 19ê TÎRMEHA 2025an

    ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2026an

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin li Kerkûkê ye

    Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin li Kerkûkê ye

    Endamekî Hêzên Parêzvanên Niştîmanî ya Siwêdayê birîndar bû

    Endamekî Hêzên Parêzvanên Niştîmanî ya Siwêdayê birîndar bû

    Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

    Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

    Ji bo vegera efrîniyan amadekariyên dawîn tên kirin

    Li Efrînê desteserkirina erd û milkên Kurdan didome

    ROJEVA 19ê TÎRMEHA 2025an

    ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2026an

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê civîna 6 mehan li dar xist

Navenda Nûçeyan / AW

22 GULAN 2025 - 19:10
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê xebatên xwe yên 6 mehan nirxandin û plansaziyek berfireh ji bo xurtkirina rola jinan di qonaxa bê de, danî.

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê civîna xwe ya nîvê salê li hola civînan a navenda partiyê ya bajarê Reqayê organîze kir. Di civînê de xebatên 6 mehên dawîn hatin nirxandin û li ser zehmetiyên ku derketine pêş karê wan nîqaş hatin kirin. Her wiha di civînê de planên paşerojê yên meclisê hatin diyarkirin.

Di civînê de endam û rêveberên komîteyên meclisê yên ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nûnerên ji hundirê Sûriyeyê amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û dûre berdevka Meclisa Jinan a Giştî Fatme El Elî li ser geşedanên siyasî û leşkerî yên li ser asta herêmî û navneteweyî nirxandin kir.

Fatme diyar kir ku destpêka salê gelek guhertinên siyasî yên giran, digel vegera siyaseta aşkera ya hegemoniyê û ferzkirina yekqutbî, pêk hatin. Fatme destnîşan kir ku bi vegera Trump li Koşa Spî re pê re hewldanên jinûve dizaynkirina pergala globalî jî hatin. Ev nîşan dide ku dosyayên mezin, di nav de jî dosyaya Sûriyeyê, hene.

Di civînê de zehmetiyên ku li pêşiya xebatên rêxistinî û siyasî yên meclisê derketine nîqaş hatin kirin. Piştre civîn li ber dezgehên ragihandinê girtî dewam kir.

Di dawiya civînê de berdevka meclisê Fatme El Elî plansazî û encamname aşkera kirin û wiha ne:

Ji bo xurtkirina jinan di aliyên siyasî, civakî û rêveberî de, panel û komxebatên zêde werin werin lidarxistin.

Yekkirina hewldanên jinan di hemû aliyan de wekî hêzeke aktîvdi civakê de.

Xebata dîplomasî û têkiliyên bi tevgerên jinan ên hundir û derveyî Sûriyeyê re werin bipêşxistin.

Piştgirî û bihêzkirina jinan ciwan were kirin ku hêza pêşeng a paşerojê ye

Berfirehkirina bingeha jinan a partiyê bi zêdekirina hejmara endamên jin ji tax û komînan.

Aktîvkirina rola endamên meclisê di rêveberî û saziyên giştî de.

Destpêkirina dewreyên perwerdê yên bîrdozî yên jinan û amadekirina kadroyên jin ên pêşeng ji bo qonaxa bê.

Xurtkirina rola ragihandinê di pênasekirina xebata Meclisa Jinan û rola jinan bi giştî.

Ji bo xurtkirina têkilî û rêxistinê, di hundirê her kantonekê de serdan û civîn werin zêdekirin.

Etîket: civînJinMeclîsplansazî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rapora NYê: Talîbanê jin ji jiyana siyasî û biryardayinê dûr xistine

Rapora NYê: Talîbanê jin ji jiyana siyasî û biryardayinê dûr xistine

1 TÎRMEH 2026
Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê: Dê xebatên me bidomin

Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê: Dê xebatên me bidomin

1 TÎRMEH 2026
1emîn Hevdîtinên Peyasê li taxa Hûzûrevlerî domiya

1emîn Hevdîtinên Peyasê li taxa Hûzûrevlerî domiya

1 TÎRMEH 2026
Çarçove qanûn dê piştî civîna NATOyê bê rojeva Meclîsê

Çarçove qanûn dê piştî civîna NATOyê bê rojeva Meclîsê

25 HEZÎRAN 2026
Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

25 HEZÎRAN 2026
DEM Partî ji bo Leyla Cuma Îbrahîmê serî li ÎHÎKê dan

DEM Partî ji bo Leyla Cuma Îbrahîmê serî li ÎHÎKê dan

23 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Havva Can: Em ê heta dawiyê bi ser bûyera rehabîlîtasyona Êlihê ve biçin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 1emîn Hevdîtinên Peyasê li taxa Hûzûrevlerî domiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li sînorê Pakistan û Afganistanê 28 sivîl jiyana xwe ji dest dan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (12)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne