* Bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û YEWKURDê dê di navbera 27ê Gulanê û 1ê Hezîranê li Qada Şêx Seîd Rojên Pirtûkên Kurdî bê lidarxistin. Rêveberê YEWKURDê Bawer Berşev diyar kir ku fûarên bi vî rengî bêhnekê dide weşanxaneyên kurdî û xwest li bajarên Kurdistanê yên din jî xebatên bi vî rengî bên kirin.