Amed – Bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û YEWKURDê dê di navbera 27ê Gulanê û 1ê Hezîranê li Qada Şêx Seîd Rojên Pirtûkên Kurdî bên lidarxistin. Rêveberê YEWKURDê Bawer Berşev diyar kir ku fûarên bi vî rengî bêhnekê dide weşanxaneyên kurdî û xwest li bajarên Kurdistanê yên din jî xebatên bi vî rengî bên kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Yekitiya Weşangerên Kurd (YEWKURD) di çarçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de dê di navbera 27ê Gulanê û 1ê Hezîranê li Qada Şêx Seîd a li navçeya Yenîşehîr a Amedê Rojên Pirtûkên Kurdî li dar bixin. Rojên Pirtûkên Kurdî dê sibê (Sêşem) dest pê bikin û di 1ê Hezîranê roja yekşemê de bi dawî bibin. 32 weşanxaneyên Kurd û nêzî 200 nivîskar dê beşdarî rojên pirtûkan bibin. Rêveberê YEWKURDê Bawer Berşev têkildarî Rojên Pirtûkên Kurdî ji ajansa me re axivî.
Bawer Berşev da zanîn ku cara ewil e bi Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê re bi awayekî hevkar rojên pirtûkan li dar dixin û wiha got: “Em ê bi taybetî ji bo weşanxaneyên kurdan rojên pirtûkan li dar bixin. Nêzî 40 weşanxaneyên kurd hene 32 hebên wan dê beşdar bin. Ji xeynî wan sazî û dezgehên me yên weke MED-DERê jî beşdar bin. 10 sal berê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê fûareke pirtûkan a gelekî mezin çêkiribû û weşanxaneyên me jî jê memnûn bûn. Me jî ji wê sûd wergirt û me xwest piştî 10 salan li Amedê bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin fûareke tenê ji bo weşanxaneyên kurd ava bikin. Pişt re em dixwazin li her bajarekî Kurdistanê van fûaran çêbikin. Her meh an jî du mehan carekê em ê li her bajarekî Kurdistanê em ê fûarekê an jî Rojên Pirtûkên Kurdî bi vî rengî organîze bikin.”
‘Hêvî dikin em ji bo bajarên din jî bibin mînakek’
Bawer Berşev bi lêv kir ku armanca wan ew e ku weşanxane û nivîskarên kurd û xwîneran bînin cem hev û wiha berdewam kir: “Ji bo vê yekê jî cihê me yê navendî Amed e. Me xwest cara ewil li vir çêbikin. Beriya deh rojan li Erxeniyê jî bernameyeke wiha çêbû. Me bi wan re jî hevkariyeke bi vî rengî kir. Gelek baş derbas bû, gelê Erxeniyê û Amedê gelek memnûn bûn. Vê carê YEWKURD û Şaredariya Bajarê Mezin vê organize dikin. Ji bo me jî cara yekem e. Em hêvî dikin ku em tê de serbikevin. Em ji bo bajarên din jî bibin mînakek.”
‘Dê nêzî 200 nivîskarên Kurd beşdar bin’
Bawer Berşev da zanîn ku Rojên Pirtûkên Kurdî bi minasebeta 15ê Gulanê di navbera 15-19ê Gulanê bê lidarxistin lê ji ber meseleyên siyasî hefteyekê taloqkirin û ev tişt gotin: “Bangawaziya me ji bo gel ev e; li wir dê gelek bernameyên bi kurdî çêbin. Dê nêzî 200 nivîskarên Kurd beşdar bin. Em ji gelê xwe yê Amedê dixwazin werin serdana me bikin.”
‘Fûarên bi vî rengî bêhnekê dide weşanxaneyên me’
Bawer Berşev diyar kir ku ji ber neçareserkirina pirsgirêka Kurd meseleya weşangeriya Kurd jî bi paş ve çû û wiha pê de çû: “Ji ber ku hemû mesele girêdayî hev in. Li Tirkiyeyê atmosfereke çawa çêbibe, weşanxaneyên Kurd jî encax dikarin li gorî wê tev bigerin. Hem ji aliyê madî hem jî ji aliyê siyasî ve. Fûarên bi vî rengî bêhnekê dide weşanxaneyên me. Hêviyeke weşanxaneyên me çêdibe. Ji bo van fûaran pirtûkên nû çap dikin. Çi dibe di piyaseyê de bêhtir pirtûkên Kurdî çêdibin, haya xwîneran jî bi saya van fûaran bêhtir ji pirtûkên kurdî çêdibin. Dema fûar çêdibin weşanxane û xwîner digihin hev. Dema em li Amedê jî çêdikin eleqeyeke mezin çêdibe. Ne tenê Amedê derdorên Amedê jî tên Amedê em hêvî dikin ku îsal jî bi vî rengî be.”
‘Em dixwazin li bajarên Kurdistanê yên din jî organîze bikin’
Bawer Berşev axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em dixwazin Amed ji me re bibe mînakek. Bi taybetî aliyê Serhed û Botanê ji bajarên me yên Kurdistanê ji YEWKURDê re daxwaz were em dixwazin li wan bajarên me jî van fûaran organîze bikin.”