Wargeha Mexmûrê li dijî binçavkirina endamên şandeyê di 15ê Gulanê de çalakiya kon li dar dixin.
Hevseroka Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Nûdem Yaman anî ziman ku wargeha Mexmûrê 6 sal in di bin dorpêça Herêma Federal a Kurdistanê de ye û gel li dijî vê dorpêçê her tim li ber xwe dide û serî natewîne.
Şandeya Mexmûrê di 15ê Gulanê de piştî bi Wezîrê Dadê yê Iraqê re hevdîtin kir û şûnde, li bajarê Bexdeyê dîl hat girtin. Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê li dijî girtina şandeya Meclisa Gel a Mexmûrê heta benda kontrolê ya Iraqê meşiyan û li wir konê çalakiyê vedan. Nobeta gelê Mexmûrê ya li kon heta çend rojan berdeam kir.
Wargeha Mexmûrê di bin dorpêça PDKê û hikûmeta Iraqê de ye. Ji 10ê Nîsanê ve Iraq rê nade kel û pel bikevin nava wargehê, rê nade karker biçin ser karên xwe û nasnameyên gelê wargehê nû nake. Ji bo çareserkirina pirsgirêka nasname û ambargoya li ser wargehê şandeyek ji Meclisa Gel a Mexmûrê çibû Bexdayê. Piştî bi Wezareta Edaletê re hevdîtin kir, di vegerê de hat girtin. Li ser vê yekê gelê Mexmûrê bi awayekî girseyî li dijî zêdebûna zextên hikûmeta Iraqê yên li ser wargehê dest bi meşê kir.
Gelê Mexmûrê heta benda kontrolê ya ku leşkerên Iraqê kontrol dikin, helwest raber kirin. Di encama hevdîtineke ku li ser lingan hate kirin de hate gotin nava çend saetan de şandeya Meclisa Gel a Mexmûrê ya hatî girtin wê berdin. Li wir daxuyaniyek hate dayîn ku heta şande neyê berdan wê çalakî bidome. Li ser vê yekê gelê Mexmûrê ji bo xwedîderketina li îradeya xwe, li ber benda kontrolê ya hêzên Iraqê konê çalakiyê vedane. Girseya gel li konê çalakiyê helwest û berxwedana xwe berdewam dike.
Têkildarî dorpêça Wargeha Mexmûrê Hevseroka Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Nûdem Yaman nirxandin kir. Nûdem Yaman anî ziman ku ev demeke hikûmeta Iraqê ambargo danîye Mexmûrê û wiha got: “Ewil hikûmeta Iraqê destûr neda ku welatî kel û pelan bistînin da ku xaniyan ji xwe re ava bikin. Welatiyên xwestin kel û pelan bistînin rastî astengiyan hatin.”
6 sal in ambargo heye
Nûdem Yamanê, da zanîn ku piştî qedexeya kel û pelan a anîna Wargehê vê carê rê li pêşiya karkeran girtin û wiha axivî: “Piştî 10ê Nîsanê derketina karkeran a ji Mexmûrê qedexe kirin. Destûr nadin ku karkerên wargehê derbasî Bexda, Besra û bajarê ku lê kar dikin, bibin. 6 sal in ji aliyê Hikûmeta Herêma Federel a Kurdistanê ve rê li welatiyan hatiye girtin û li ser welatiyan ambargo heye. Welatiyên Mexmûrê heta niha nikarin derbasî bajarê Hewler, Duhok û Zaxoyê bibin.”
Xwendekar nikarin derkevin dervayî wargehê
Nûdem Yamanê bal kişand ser qedexe û astengiyên li ser xwendekarên Mexmûrê jî û wiha got: “Xwendekarên li Mexmûrê piştî dibistana amadeyî, diçûn li Hewlerê zanîngeh dixwendin. Lê piştî rê hate girtin, êdî xwendekar jî nikarin biçin li derve zanîngehê bixwînin. Di salên dawî de êdî kesên nexweş jî nikarin derbasî bajarên Hewler, Duhok û Zaxoyê bibin.”
Şaredarî nikare pêdiviyan ji derve bistîne
Nûdem Yamanê bal kişand ser astengiyên li ser şaredariyê jî û wiha berdewam kir: “Li ser şaredariyê jî astengî hene. Şaredarî ji bo xizmeta Mexmûrê bike nikare pêdiviyan ji derve bistîne. 6 salin Hikûmeta Bexdayê û Hikûmeta Herêma Federal ambargo danîne ser Wargeha Mexmûrê. Welatiyên Mexmûrê piranî karker in. Diçin derve di înşaatan de kar dikin û bi vî şiklî debara xwe dikin. Piştî rêyên Hewler û Zaxoyê hatin girtin, welatiyên Mexmûrê êdî berê xwe dan Basra û Bexdayê. Hikûmeta Iraqê nêzî 3 salan e nasnameyên welatiyên wargehê nû nakin. Ji ber nasname nayên nûkirin welatî nikarin derkevin derveyî Mexmûrê jî.
Nûdem Yamanê destnîşan kir ku ji bo pirsgirêk çareser bibin û ambargo bi dawî bibe gelek hevdîtin û hewldan hatin kirin. Şandeyên Wargehê bi rayedar û cihên pêwist re hevdîtin kir. Rêveberên wargehê her tim hewl dan ku bi rêveberiya Hikûmeta Iraqê re bi rêya diyalogê van pirsgirêkan çareser bikin. Lê mixabin pirsgirêk her çûn zêdetir bûn.”
Ji 10 rojan zêdetir e agahiyê ji şandeyê nagirin
Nûdem Yamanê da zanîn ku herî dawî şandeyeke ku ji nûnerên Wargeha Mexmûrê pêk dihat çû bi Wezîrê Dadê yê Bexdayê re hevdîtin kir û wiha pêde çû: “Wezîrê Dadê destûr da ku şande biçe bi wî re hevdîtinê bike. Nasname jî ji wan re şand ku biçin hevdîtinê bikin. Şande heta çû Bexdeyê jî tu pirsgirêk derneket. Şandeya wargehê piştî ku hevdîtinê dike û vedigere, di vegerê de tê binçavkirin. Ji 10 rojan zêdetir e em tu agahiyê ji şandeyê nagirin. Çima hatine girtin, çawa hatine girtin em nizanin. Heta niha rayedarên hikûmetê bi awayekî fermî tiştek negotine. Ev nîşan dide ku vîna wargehê nas nakin. Dixwazin vîna wargehê bişkînin.”
Gel ji 7 salî heta 70 salî li ser piyan e
Nûdem Yaman li ser helwesta gel a li dijî zextên li dijî xwe jî rawestiya û ev agahî dan: “Êdî tehamula gel li dijî vê yekê tuneye. Di çalakiya li dijî dorpêçê de jî helwesta gel derket holê. Demeke dirêj me li dijî dorpêç û rêgirtinê çalakî dabû destpêkirin. Hemû welatiyên wargehê ji 7 salî heta 70 salî hemû welatiyan berê xwe dan cihê çalakiyê. Gel berteka xwe li dijî dorpêçê anî ziman. Gelê wargehê wekî gelê berxwedêr tê nasîn. Di çalakiyê de jî dîsa helwesta xwe ya li dijî ambargoyê anî ziman. Sekna gel û berxwedana gel hêjayî pîrozkirinê ye. Berxwedana gel nişana serkeftinê ye. Dixwazin bi van zextan gel bêdeng bikin û vîna gel bişkînin. Lê gelê mexmûrê li ber xwe dide.”
Mînaka vê yekê li cîhanê tune ye
Nûdem Yamanê bal kişand ser binçavkirina şandeyê û wiha lê zêde kir: “Şandeya ku çû Bexdeyê ne ji bo şexsî û ne ji bo kar çû. Ji bo pirsgirêkên Mexmûrê çareser bike çû. Wekî vîna wargehê çû. Yek ji endamê Şandeyê Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê ye. Yek hevşaredarê wargehê ye. Yê din jî Hevberdevkê Komîtya Têkiliyên Derve ye. Ev hersê hevalên me nûnertiya gel dikin. Hem wan vedixwînin hevdîtinê, hem jî di vegerê de tên girtin. Heta niha mînakeke bi vî rengî li cîhanê çênebûye. Lê em vê mînakê îro li Bexdayê dibînin. Hevalên me hîn di bin çavan de ne. Hîn nehatine berdan. Gelê Mexmûrê heta niha tu carî tawîz nedaye. Tu carî li dijî zextan çong daneniye. Gelê Wargehê her tim baweriya xwe bi meclisa xwe û rêveberiya xwe anîye û çi ketiye ser milê gel pêk anîye.”
Gelê Mexmûrê gelekî berxwedêr e
Hevseroka Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Nûdem Yaman herî dawî li ser berxwedana gelê Mexmûrê jî rawestiya û got: “Gelê wargehê her tim li dijî zextan li ser piyan e. Dema rêveberiya wargehê bang li ge dike, gel bêyî dudilî radibe ser piyan. Şêniyên wargehê heta niha vîneke xurt û sekneke xurt nîşan dane. Wargeha Mexmûrê bi berxwedanê tê zanîn. Berxwedanê her tim serkeftin anîye. Gelê me heta niha hêz û vîna xwe ya berxwedanê parastiye. Di wargehê de berxwedan her tim li pêş e.”