Şandeyeke ku ji parlamenter û rêxistinên Ewropayê pêk dihat, serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Silêmaniyê kir.
Şandeyeke parlamenter, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên ewropî li Silêmaniyê serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Şande ji aliyê endamên nûnertiyê ve hate pêşwazîkirin. Şande ji hevserokê Partiya Çep ya li Parlamentoya Ewropayê Martin Schirdewan, cîgirê rêveberê Weqfa Rosa Luxembourg Philip Degenhard, nûnerê Partiya Demokrat a Almanyayê Fayik Yagizay, şêwirmendê Fayiq Yagizay Dr. Sarah Glynn û cîgirê hevserokê Partiya Çep ya li Parlamentoya Ewropayê Nora Friese pêk dihat.
Li gorî agahiyan di serdanê de behsa rewşa demokrasî ya li Rojhilata Navîn, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye kirin. Astengiyên li ber demokrasiyê, metirsiya fikirên tundraw û dubare serhildana çeteyên DAIŞê hatiye axaftin. Der barê serdanê de endamê Desteya Rêveber a Nûnertiya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ya li Başûrê Kurdistanê Fethulah Huseynî agahî dan. Fethulah Huseynî anî serdana şandeyê di demeke girîng de pêk hatiye û biryar e sibe şande serdana Rojavayê Kurdistanê jî bike.
Fethula Huseynî her wiha got: “Wê li Rojava serdana hemû saziyan bikin û rewşa Rojavayê Kurdistanê binirxînin. Serdana ji bo me jî wek piştgiriyek bû. Van nûneran li Ewropayê dengekî mezin anîne û her tim piştgiriya doza rewa ya gelê Kurd, bi taybet jî ya li Rojavayê Kurdistanê dikin.”
Li gorî agahiyan biryar e şande serdana waliyê Silêmaniyê Heval Ebû Bekir, serokê YNKê Bafil Celal Talebanî û gora Celal Talebanî bikin.