Li Wanê ji ber berfê rêya 131 gund û mezrayan hat girtin. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo vekirina rêyên gundan seferberî ragihand.
Li Wanê duh êvarê barîna berfê dest pê kir. Li navenda Wanê rê û cade hatin girtin. Personelên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dest bi paqijkirina cade, kolan û peyarêyan kirin.
Ji ber stûriya berfê rêyên 131 gund û mezrayan hatin girtin. Midûriyeta Şaxa Avakirin û Sererastkirina Rêyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihand ku li navçeyên; Miksê 6 gund, Payîzava 12 gund, Rêya Armûşê 8 gund, Begirî 27 gund, Qelqelî 52 gund, Şax 14 gund, Seravê 12 gund û Tuşbayê jî 45 gund rêyên wan hatine girtin. Ji van 131 cihan 86 gund in û 45 jî mezra ne. Şaredariyê destnîşan kir ku wan ji bo vekirina rêyên gund û mezrayan seferberî ragihandiye û di nava tevgereke mezin de ne. Şaredariyê Bajarê Mezin ragihand ku ji bo vekirina van rêyan 270 wesayît û 618 personel wezîfedar kiriye.
Her wiha hat zanîn ku ji ber berfa zêde rêya Mîks-Wanê ji bo demekê ji çûnehatê re hatiye girtin.