• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Kurd bi “arşîva dîjîtal” navên gund û bajarên xwe diparêzin

    Kurd bi “arşîva dîjîtal” navên gund û bajarên xwe diparêzin

    Heznî Haco: Kesê ku zimanê xwe nizanibe ew mirovek winda ye

    Heznî Haco: Kesê ku zimanê xwe nizanibe ew mirovek winda ye

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 15ê GULANA 2026an

    Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    KurdFM di 15ê Gulanê de dest bi weşanê dike

    KurdFM di 15ê Gulanê de dest bi weşanê dike

    ‘Demildest Betul Alluş ji destê HTŞê rizgar bikin’

    ‘Demildest Betul Alluş ji destê HTŞê rizgar bikin’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Kurd bi “arşîva dîjîtal” navên gund û bajarên xwe diparêzin

    Kurd bi “arşîva dîjîtal” navên gund û bajarên xwe diparêzin

    Heznî Haco: Kesê ku zimanê xwe nizanibe ew mirovek winda ye

    Heznî Haco: Kesê ku zimanê xwe nizanibe ew mirovek winda ye

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 15ê GULANA 2026an

    Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    KurdFM di 15ê Gulanê de dest bi weşanê dike

    KurdFM di 15ê Gulanê de dest bi weşanê dike

    ‘Demildest Betul Alluş ji destê HTŞê rizgar bikin’

    ‘Demildest Betul Alluş ji destê HTŞê rizgar bikin’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rapirsî: Ji sedî 71 piştgirî dane biryara PKKê

Navenda Nûçeyan / AW

4 HEZÎRAN 2025 - 10:58
Kategorî: ROJANE
A A
Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk di navbera 18-20ê Gulanê de li 16 bajarên Bakurê Kurdistanê lêkolînek kir û meyla raya giştî ya Kurd a ji bo pêvajoyê raxist pêş çavan.

Di rapirsiyê de ku hevdîtina rû bi rû bi 1.504 kesan hate kirin, piştgiriya xurt a ji bo biryarên Kongreya 12emîn a PKKê bal kişand.

Piştgiriya xurt a ji bo biryara PKKê

Ji sedî 71.5 ê beşdarên anketê, biryara ‘fesixkirinê’ ya Kongreya 12emîn a PKKê bi erênî pêşwazî kir.

Di nava vê rêjeyê de yên ku biryarê ‘gelekî erênî’ dibînin ji sedî 15.1, yên ku ‘erênî’ dibînin jî ji sedî 56.4 bû.

Ji sedî 17.4 ê beşdaran diyar kirin ku ew bê biryar in û tenê ji sedî 6 ê beşdaran biryar neyînî nirxand.

Ji bo pirsa “Bi dîtina we, ev biryar wê aştiyê pêk bîne?” ji sedî 36.8 ê beşdaran gotin “Erê”, “ji sedî 27.9 ê beşdaran gotin “Dibe”, ji sedî 22.7 ê beşdaran jî gotin “Na.”

Berpirsiyarî li ser milê Meclîs û dehilatê ye

Piraniya beşdarên anketê ragihandin ku berpirsyariya aştiya mayinde beriya her tiştî li ser milê Meclîsê (ji sedî 48.4) û partiyên desthilatdariyê AKP-MHP (ji sedî 39) e. Yên ku berpirsyarî danî ser milê DEM Partiyê ji sedî 6.1, yên ku civak xist bin berpirsyarî jî ji sedî 2.5 bû.

Ji sedî 79 ê beşdaran diyar kirin ku divê meclîs bi rengekî çalak înîsiyatîfa pêvajoyê werbigire. Ji sedî 8.7 ê beşdaran diyar kirin ku ew bê biryar in, ji sedî 6 ê beşdaran jî di vê mijarê de bersiva “Na” dan.

Krîza aborî di rêza destpêkê de ye

Ji beşdaran re her wiha pirsa pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê hate pirsîn. Ji sedî 68.9 ê beşdaran gotin krîza aboriyê û bêkarî, ji sedî 16.4 gotin pirsgirêka Kurd. Li dû van jî qala pirsgirêkên perwerde, hiqûq, demokrasî û hwd. kirin.

Daxwaza destûra bingehîn a nû

Rêjeya mirovên ku di wê baweriyê de ne ku ji bo çareseriyeke mayinde pêwîstî bi destûra bingehîn a nû heye ji sedî 67.4 bû. Bersivên li ser rêveçûna pêvajoyê jî bi vî rengî bûn:

* Gavên demokratîk û cihê baweriyê (%13,6)

* Karê ji bo aştiyê (%7,6)

* Tevlîbûna meclîsê û partiyên siyasî li pêvajoyê (%7)

* Misogerkirina mafên Kurdan bi destûra bingehîn (%5,8)

* Berdana girtiyên siyasî û guhertina destûra bingehîn (%4,5’er)

Meyla li ser hilbijartinê: DEM Partî dengên xwe zêde dike

Ji beşdarên anketê re her wiha pirsa “Eger vê Yekşemê hilbijartin bibe hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hate pirsîn. Ji sedî 44.9 ê beşdaran gotin DEM Partî, ji sedî 19.5 gotin AKP. Bi vî rengî rêjeya dengên DEM Partiyê li gorî hilbijartinên giştî yên 2023’an bi 3.7 pûanan zêde bû, yên AKPê jî bi 5.9 pûanan kêm bû.

Etîket: 12emîn Kongreya PKKêAKPDEM PartîMHPpkkRapirsî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wan û Îzmîrê bi hezaran ji bo aştiyê meşiyan: Birêz Ocalan derî vekir

‘Em ê bi hev re banga aştiyê bilind bikin’

14 GULAN 2026
Hevdîtina heyeta CHPê û DEM Partiyê bi dawî bû

Hevdîtina heyeta CHPê û DEM Partiyê bi dawî bû

13 GULAN 2026
Heyeta CHPê serdana Koma DEM Partiyê kir

Heyeta CHPê serdana Koma DEM Partiyê kir

13 GULAN 2026
Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

12 GULAN 2026
DEM Partî ya Îzmîrê banga tevlîbûna meşa 16ê Gulanê kir

DEM Partî ya Îzmîrê banga tevlîbûna meşa 16ê Gulanê kir

12 GULAN 2026
Mûstafa Mesût Tekîk li ser gora xwe hate bibîranîn

Mûstafa Mesût Tekîk li ser gora xwe hate bibîranîn

10 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Navçeya Girê Sor bû deryaya kulîlkên sor

    Navçeya Girê Sor bû deryaya kulîlkên sor

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 15ê Gulanê: Cejna Zimanê Kurdî û têkoşîna hebûnê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji zanîngeha Wanê ber bi zozanên Colemêrgê ve rêwîtiya mêşvaniyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tirkiye li ser sînorê Rojava xendekê dikole

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Waliyê Hewlêrê: Divê Tirkiye gavên lezgîn biavêje ku aştî li herêmê bi cih bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyasetmedaran ji bo meşa ‘Gavek ji bo aştiyê’ banga tevlibûnê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Akademîsyenên ji başûrê Kurdistanê: Aştî û azadî ji bo mirovahiyê hêvî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Silavdayîn bû sedema qedexeya hevdîtinê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (374)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne