Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd niqaş bikin, çûn serdana girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Marmarayê.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û Cîgirê Hevserokên Giştî Mehmet Ruştu Tiryakî, ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd niqaş bikin, çûn serdana girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Marmarayê. Şande dê bi Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê yê berê Bekir Kaya, Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer, Şaredarê Şîşliyê Resûl Emrah Şahan, Wekîlê TÎP’ê yê Hatayê Can Atalay û rojnameger Ercument Akdenîz, Halîl Aksoy, Nesîmî Aday û Ahmet Saymadî re hevdîtinê bike.
Hevdîtin dê têkildarî pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser zemîna demokratîk dê bên kirin.