* Li navçeya Elkê ya Şirnexê bi hinceta ku ji bo erdhejê ne guncav e, nexweşxane veguhestibûn dibistanekê. Li nexweşxaneyê ji ber hejmara bijîjkan, personelan û malzemeyan kêm e welatî mexdûr dibin.
* Komeleya Çand û Zimanê Kurdî ya Arsîsayê ku li navçeya Erdîşê ya Wanê xebatan dimeşîne, wê bi xebat û şahiyên çandî û perwerdehiya Kurdî dê hewl bide hişmendiya Kurdewariyê belav bike. Arsîsa têkildarî Komkujiya Geliyê Zîlan jî belgefîlmek amade kiriye û dê di demeke nêz de biweşîne.
* Aktîvîstê Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be Helîm Barîn destnîşan kir ku li dijî hemû êrişên şerê taybet berpirsyar in ku eniyeke azadî û civakî ava bikin û bang li gel kir ku tev li xebata wan bin.
* Li navçeya Elkê bi germbûna hewayê re bêrîvanan berê xwe da zozanan. Bêrîvan wê heta dawiya meha Îlonê li zozanan bin.
* Cenazeyê dayika ji damezrînerên PKKê Cemîl Bayik, Rehan Bayik dê li bajarê Xarpêtê bi merasîmekê bê definkirin. (12.30)
* Li Amedê 2yemîn Rojên Şanoya Gerok a Zarokan dê li Parka Sûmerê ya Amedê dest pê bike û heta 25ê mehê li navçeyên cuda yên Amedê berdewam bike. (20.00)