Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, piştî serdana Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, peyam şand û xwest pirsgirêka Kurd li gorî pîvanên aştî û Komara Demokratîk bên çareserkirin. Îmamoglu, xwest bi lez komîsyona çareseriyê li meclisê bê avakirin.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, roja pêncşemê çûn Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvrî) û serdana Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu. Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu piştî serdanê peyam şand û xwest pirsgirêka Kurd li ser esasê aştî û Komara Demokratîk bê çareserkirin. Ekrem Îmamoglu, xwest ji bo çareseriya pirsgirêkan li Meclisa Mezin a Tirkiyeyê komîsyon bên avakirin û got: “Rêya aştiyê Rêyea Komara Demokratîk a Tirkiyeyê ye. Ji bo çareseriyê divê meclis komîsyonê ava bike.”