Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê jina ciwan Gulîzar Yildiz ku di xwaringehê de dixebitî ji aliyê xebatkerê xwaringehê Remzî ve hate kuştin.
Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê jina ciwan Gulîzar Yildiz (29) ku di xawringehê de dixebitî, derdora saet 19.00an de ji aliyê xebatkarê bi navê Remzî ve hate kuştin. Li gor agahiyên ku çavkaniyan dane di navbera Yildiz û karkerê mêr de niqaş derketiye û kesê bi navê Remzî derbeyên kêrê li Yildizê xistiye.
Yildiz a ku birîndar bûyî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê lê li gel hemû hewldanan jî jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Yildizê ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê.
Kujer Remzî li Miduriyeta Polîsan a Silopiyayê di bin çavan de tê girtin.