• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Starta pîrozbahiyên 4ê Nîsanê li Curnê Reş hat dayîn

    Starta pîrozbahiyên 4ê Nîsanê li Curnê Reş hat dayîn

    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    Balefira Rûsyayê ket: 29 kes mirin

    Balefira Rûsyayê ket: 29 kes mirin

    YPJ: Bersiva hemû êrişên çeteyan hat dayin

    Heyetek YPJê li Şamê serdanan dike

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Starta pîrozbahiyên 4ê Nîsanê li Curnê Reş hat dayîn

    Starta pîrozbahiyên 4ê Nîsanê li Curnê Reş hat dayîn

    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    Balefira Rûsyayê ket: 29 kes mirin

    Balefira Rûsyayê ket: 29 kes mirin

    YPJ: Bersiva hemû êrişên çeteyan hat dayin

    Heyetek YPJê li Şamê serdanan dike

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Jin wê ji bo yekîtiya neteweyî bi rola xwe rabin’

Fexredîn Kiliç / AW

23 HEZÎRAN 2025 - 08:17
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Amed – Jinên ku tev li Konferansa Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a li Amedê hate lidarxistin bûn diyar kirin ku heke demokrasî neyê welat aştiyeke birûmet pêk nayê û destnîşan kirin ku ji bo pêvajo bi azadiya jinan tacîdar bibe divê jin xwe bi rêxistin bikin.

3yemîn Konferansa Platforma Yekîtiya Jinên Kurd bi dirûşma “Bi Yekîtiya Jinên Kurd Ber bi Yekîtiya Neteweyî ve” di 21 û 22yê Hezîranê de li Eywana Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) hate lidarxistin. Parlamenter, hevşaredar, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî di nav de ji bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê gelek jin beşdarî konferansê bûn. Konferans bi eşkerekirina encamnameyê di roja duyemîn de bi dawî bû. Jinan di encamnameyê de wiha gotin: “Yekitiya neteweyî, têkoşîna çand û zimên, parastina jiyana azad û pêşengtiya jinan a di avakirina aştiyê de hîmên bingehîn yên vê serdemê ne. Jin dê di avakirina civaka demokratîk de bi roleke sereke rabin.”

‘Jin bi xebatên xwe dibêjin em hene’

Yek ji jinên ku tev li konferansê bû jî endama Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Dîba Ermîş Keskîn diyar kir ku konferans ji bo jinan pîroz e û wiha got: “Jin bi hezaran salan ji aliyê olan, civakan hişmendiye mêran ve hatiye binpêkirin, ji kesayeta xwe hatiye dûrxistin, di nava jiyanê de weke amûrekê hatiye bikaranîn. Jin bi xebatên xwe û bi vê konferansê dibêjin em jî hene. Helbet ji bo me jinan xebateke pîroz e, bi qedir e û em hemû jî gelek kêfxweş in.”

‘Jinên Kurd ji bo tevahiya Rojhilata Navîn têdikoşin’

Dîba Ermîş Keskîn bi lêv kir ku heke demokrasî neyê welat aştiyeke birûmet pêk nayê û wiha domand: “Demokrasî neye vî welatî dê li herêmekê birçîbûn, li herêmekê tehdayî hebe. Ji ber vê yekê divê aştî û aramî were Rojhilata Navîn. Jinên Kurd ne tenê ji bo xwe ji bo tevahiya Rojhilata Navîn têkoşîna demokrasiyê, pêşketinê û hebûnê didin.”

Rol û mîsyona jinan a pêvajoyê nîqaş kirin e

Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk a qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin jî qala konferansên platformê yên beriya niha hatine lidarxistin kir û wiha got: “Di pêvajoyeke wisa girîng û dîrokî de weke jinên Kurd me berpirsyartiyek girt ser milê xwe ku em ê bikaribin piştgiriyeke çawa bidin vê pêvajoyê. An jî dê di vê pêvajoyê de rol û mîsyona jinan çi be? Me xwest em hinekê vê bi hev re nîqaş bikin. Ji ber vê yekê ev konferans hate lidarxistin. Em vê baş dizanin heke yekîtî çêbibe azadiya gelê Kurd misoger bibe dê di pêşengtiya jinan de çêbibe. Bi rastî ji ber mijarên hatin nîqaşkirin û kargehên hatin kirin konferanseke pir têr û tejî bû û girîng bû. Ne tenê ji partiyekê an ji tevgerekê gelek pêkhateyên partiyên siyasî û saziyên demokratîk ên li Bakûr tev li konferansê bûn. Aştî û civaka demokratîk ne tene karê aliyekê an partiyekê ye. Pir bi qiyemete ku ev konferans di pêvajoyeke wiha de were lidarxistin.”

‘Jin û xebat dikarin pêvajoyê bi leztir bikin’

Gulistan Sonuk di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Aştî civakbûyîne, jin jî civakbûyîn e. Ji ber vê yekê mirov nikare jin û aştiyê ji hev qût bigire dest. An jî mirov nikare mayîndebûna aştiyeke ku jinan paşguh dike bike. Ew aştî civakî nabe. Tiştê ku ne civakî be mayînde jî nabe. Ji ber vê yekê roleke pir girîng dikeve ser milê jinan. Ji ber ku têkiliyê jinan bi civakê re qût nebûye. Ji ber vê yekê di avakirina aştî û civaka demokratîk de jî rol û mîsyoneke wê ya girîng heye. Heke em îro behsa civaka demokratîk bikin divê em ewilî têkiliyên di nav jin û mêran de demokratîk bikin. Dema têkiliya di nava jin û mêran de demokratîk nebe mirov nikare behsa demokrasiyekê bike. Jin çiqas di nava kar û xebatên aştiyê de cihbigire dê pêvajo bi awayekî lez bi pêş bikeve û aştî dê mayîndetir bibe.”

‘Divê jin xwe li her derê bi rêxistin bikin’

Gulistan Sonuk bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: “Bangawaziya rêzdar Abdullah Ocalan civakî ye. Ev pêvajo dê çawa berdewam bike hinek li ser me jî maye. Em ji bo xwe jinan jî dibêjin ku em bixwazin ev pêvajo bi azadiya jinê tacîdar bibe, divê em xwe bi rêxistin bikin. Ji bo ku ev pêvajo bi rêk û pêk bimeşe û bi azadiya jinê tacîdar bibe divê em li her derê xwe bi rêxistin bikin.

 

Etîket: 3yemîn Konferansa Platforma Yekîtiya Jinên KurdDîba KeskînGulistan SonukJinên Kurdyekitiya neteweyî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Şert û merc yekîtiyê li gelê Kurd ferz dikin

Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Şert û merc yekîtiyê li gelê Kurd ferz dikin

27 ADAR 2026
KNKê ji bo Bozarslan peyama sersaxiyê weşand

KNK: Em ê hewl bidin konferansek berfireh li dar bixin

25 ADAR 2026
Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê piştgirî da ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî’

Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê piştgirî da ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî’

23 ADAR 2026
Karayilan: Newroza 2025î eşkena biba Newroza azadîya Ocalanî

Ji Karayilan Peyamên Newroza 2026an-2: Şerê li herêmê herê zêde bandorê li Kurdan dike, divê yekîtî pêş bikeve

18 ADAR 2026
‘Bila ev 8ê Adarê bibe wesîleya yekîtiya jinên Kurd’

‘Bila ev 8ê Adarê bibe wesîleya yekîtiya jinên Kurd’

3 ADAR 2026
TJAyê li Wanê starta rêzeçalakiyên 8ê Adarê da

‘Jinan li dijî êrişan keziyên rizgarbûna xwe honandin’

25 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hosteyê sînemaya şoreşgerî hat dinê: Em ê bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Nexweş dixwazin bi Kurdî xizmetê werbigirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Toprak hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname û azadiyê be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tulay Hatîmogullari: Êdî divê azadiya birêz Ocalan pêk were

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (18)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne